Leyla Yardim: Ziman sembola civakê ye 2021-02-03 09:04:34   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek Leyla Yardim, têkildarî êrîş û asimilasyona li ser zimanê kurdî axivî. Leyla anî ziman ku ziman sembola civakê ye û got: “Ger ku ziman winda bibe civak jî winda dibe."   Ji salên dûr û dirêj netewan ji bo zimanê xwe têkoşîn dane û gelek ziman bi awayê fermî hatine naskirin. Zimanê ku fermî hatine qebûlkirin piranî yên serdestan e û yên gelên bindest tune hatine hesibandin ango di nava herka dîrokê de gelekên wan an winda bûne yan jî hatine asta windabûnê. Li Tirkiyeyê jî di serî de Zimanê Kurdî, gelek ziman ji ber ku nebûne zimanê fermî bi heman rewşê re rûbirû mane. Zinanê Kurdî her çend ku li gel hemû pêkanînên îqtîdaran yên dijber li ber xwe daye û heta roja îro hatibe jî hem di serdema hikûmetên berê û hem jî di serdama hikûmeta AKP’ê de ji bo zimanê kurdî bê tunekirin çi pêwist kiriye hatiye kirin. Bi taybetî jî di demên dawîn de li Tirkiyeyê piştî hewldana darbeya 15'ê tîrmehê û rewşa awarte hat îlankirin şûnde gelek rojname, kovar û ajansên ku bi kurdî weşan dikirin hatin astengkirin û deriyê saziyên ku ji bo kurdî dixebitîn jî hatin mohrkirin. Piştî saziyên zimanê kurdî hatin girtin şûnde îqtîdara AKP’ê ji her alî ve êrîşî kesên ku bi kurdî diaxivîn û ji bo parastina  kurdî di nava hewldanan de bûn kir. Bi taybetî jî qeyûmên ku tayînê şaredariyên Partiya Demokratîk a Gelan(HDP) hatin kirin di serî de êrîşî tabelayên kurdî kirin û guhertin. Vê jî careke din neyartiya îqtîdarê ya li heber Zimanê Kurdî aşkera kir.    Hevseroka Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek a Cizîrê Leyla Yardim, têkildarî êrîş û asimilasyona li ser zimanê kurdî axivî.   ‘Êrîşî zimanê kurdî dikin û asîmîle dikin’   Leylayê, destnîşan kir ku zimanê kurdî zimanê ji 40 mîlyon zêdetir mirovan e û wiha got: “Ji destpêka neolotîkê vir de em bi zimanê xwe  diaxivin û xwedî li zimanê xwe derdikevin. Ziman çand, nasname, dîrok û jiyana me ye. Divê zimanê me lu tu deveran nêyê qedexekirin. Ziman bi dayikê re tê jiyîn. Ji ber vê yekê jî kesên ku nikarin bi zimanê xwe biaxivin bila ji xwe re nebêjin em kurd in. Tunekirina Zimanê Kurdî tunekirina civaka kurd e. Ji ber ku civak bi zimanê xwe tên naskirin. Lê belê Zimanê Kurdî ji aliyê Tirkiyeyê ve li tu cihên fermî nayê xwestin bê bikaranîn û hatiye qedexekirin. Xebatên ji bo ziman tên astengkirin. Lê li gel van qedexeyan jî em bi salane  stran, çîrok û dengbêjiyê bi zimanê xwe dikin. Em bi zimanê xwe çanda xwe didin jiyîn. Lê astengiyên li pêşiya me jî bi dawî nabin. Tu kes nikare zimanê me qedexe bike. Lê divê em li dijî asîmîlansoyonê jî têkoşînê bidin. Ji bo ku zimanê me asîmîle nebe divê em bi zimanê xwe biaxivin û li hemû qadan bê bikaranîn.”   ‘Hikûmet dixwaze zimanê me ji holê rabike’   Leylayê, destnîşan kir ku îqtîdar bi êrîşên li ser Zimanê Kurdî dimeşîne dixwaze Zimanê Kurdî tune bike û wiha pêlda axaftina xwe: “Di her aliyî de êrîşî zimanê me dikin. Tabelayên ku kurdî ne ji aliyê hikûmetê ve tên rakirin û gûhertin. Ziman, çand û dîroka me ye. Ji ber wê dema zimanê me winda bû dê çand û dîroka me jî pê re winda bibe û îqtîdar jî vê dixwaze. Di sala 2016’an de gelek saziyên Zimanê Kurdî hatin girtin û deriyên wan mohr kirin. Îqtîdar tehemûla wê ji zimanê kurdî re tune ye. Ji ber wê bi girtina saziyên ziman dixwaze qadên me teng bike. Lê belê saziyên me bên girtin jî em ê xebatên xwe yên ji bo ziman bimeşînin û ji bo parastina zimanê xwe têkoşînê bidin. Em  li hember van êrîşan serî radikin û em ê têkoşîna xwe mezin bikin. Hikûmet bi van êrîşan dixwaze zimanê me ji holê rake.”   ‘Ziman sembola civakê ye’   Leylayê, got daxwaza wan ew e ku zimanê kurdî bibe zimaneke fermî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ziman sembola civakê ye. Dema mirov zimanê xwe diparêze hebûna xwe jî diparêze. Kesên ku dibêjin em kurd in wê demê divê bi kurdî  biaxive. Divê em em kurdî biaxivin, bifikirin û bijîn. Em ê kurdî bijîn. Divê ji zarokên xwe heta neviyên xwe bi zimanê xwe  biaxivin. Ji bo civaka kurd ev tiştekî girîng e. Lê ji ber êrîş û qedexeyan kurd neçarî zimanê tirkî tên kirin. Bi vî awayî dixwazin zimanê kurdî asîmîle bikin. Ev jî pêşeroja me tarîkirin e. Li ser Gelê Kurd Zimanê Tirkî bi zorê tê ferzkirin. Dema em tirkî diaxivin zêdetir di nav tarîtiyê de winda dibin. Dema îro dayikên me diçin nexweşxaneyan neçar dibînin tirkî diaxivin. Ji ber ku kurdî li saziyên fermî yên dewletê hatiye qedexekirin. Her wiha dema mirov lê dinêre hîn malbat bi zarokên xwe re tirkî diaxivin. Divê em zarokên xwe fêrê zimanê kurdî bikin. Ger zimanê me winda bibe em ê jî winda bin.  Civakek li ser koka zimanekê tê avakirin. Zimanê Kurdî ji kal û pîrên me ji me re mîrateyek ma ye. Ji ber vê yekê jî divê di serî de ciwan û hemû civaka kurd xwedî li zimanê xwe derbikevin. Navên zarokên me Rojhat, Dilhat, Gabar û Hewar in, lê belê zarokên me bi zimanê tirkî mezin dibin. Divê em zarokên xwe li gorî navên wan mezin bikin û hînî kurdî bikin. Ji bo zimanê me winda nebe divê em xwedî lê derkevin."