Fîruze Engîn: Serokomar dibêje qey hunermend zanatkar e 2021-01-25 09:08:18   Nişmiye Guler   STENBOL - Nivîskar û şanoger Fîruze Engîn diyar kir ku şano di navbera hemû aliyên civakî de peywira pirê dibîne û bertek nîşanê venasîna huner û hunermend a serokomarê AKP’î da. Fîruzeyê wiha got: “Hunermend her tim pêşerojek ronî, aştî û demokrasiyê dixwaze. Di rêveberiya yekparêz de bêguman serokomar dibêje ‘bila hunermend bêdeng bin û li cihê xwe runin’. Ji ber ku hunermendan wek zanatkaran dibînin. Ev rêveberî nikare demek dirêj bisekine wê hilweşe.”   Yek ji qadên ku di pêvajoya pandemiyê de neyînî bi bandor bû jî qada şano bû. Wezareta Çandê piştgiriyê nade şanoyê û her wiha gotinên serokomarê AKP’ê Tayyîp Erdogan yên der barê hunemendan jî pisgirêkên hunermend dijîn carek din nîşan da. desthilatdariya yekparê ku polîtîkayên yekparêz li her qadê pêk anî, di qada hunerê de jî xwe da der û têgeha ‘hunermendên makul’ anî rojevê. Jinên di qada hunerdê de hewl didin hebin jî di vê pêvajoyê de zêdetir zehmetiyê dibînin.   Nivîskara lîstikan û şanoger Fîruze Engîn ku nîvê jiyana xwe bi hunerê derbas kir,bi lîstika xwe ya Cenaza Cambaz di Xelatên Afîfe Tiyatro ya 2015’an de yek ji 4 jinên ku Xeleta Taybet a Cevat Fehmî Başkut girtiye. Fîruzeyê der barê pirsgirêkên şanogeran û hunerê de axivî.   *Li Tirkiyeyê rewşa jinan zehmet e û rewşa hunermendên jin bi tena serê xwe zehmetir bûye. Di qada hunerê de hunermendên jin pirsgirêkên çawan dijîn?   Di qada hunerê de qe nebe hebûna jinê ya di civakê de û wekheviya mêr û jin bi rehetî dikare bê axaftin. Bêguman mîrateya ji hezaran salan hatiye di qada hunerê de heye. Ji bo lîstikvaniyê pir zêde ne derbasdare lê em dibînin ku fîgura hunerê ya mêr li ber çavê civakê zêdetir bawermend û bi ehmiyet e. Lê di demên dawî de ji bo me jinan hinek tişt guherîn. Bêguman bandora tevgera jinan gelek zêde ye. Di hemand emê de gelek hunermendên jin wek aktor derketin ser dikê. Di cîhana şanoyê de hejmara nivîskarên jin zêde bûn. Ez jî yek ji wan im û bi rastî tiştekî xweş e. Hinek kalibên bi rastî ne jin û ne jî mêr di ferqa vê de ne hene. yanî piranî derhênerên weşana hunerê mêrin an jî yên gotina dawî dibêjin mêrin. Em piranî vê nîqaş dikin; Di navbera me de gelo jin xwedî gotinin an na?   *Bi Covîd-19’an re gelek sînorkirin hatin. Yek ji van jî qada şanoyê bû. Şanogerên jin di vê pêvajoyê de çi kirin? bi kîjan zor û zehmetiyan re hatin rû hev?Gelo desthilatdarî ji bo van pirsgirêkan bû çareserî?   Hinek pêşniyar hatin kirin lê ev têr nakin. Du caran wezareta çandê got ‘em butçeyên mezin vediqetînin, em alîkarî didin şanoyê’. Lê li Tirkiyeyê hejmara şanoyan pir zêde ye û tenê ji bajarên mezin yên wek Stenbol, Enqere, Îzmîrê pêk nayê. Gelek komên şanoyê li Tirkiyeyê hene. Ji ber vê alîkariyên dewletê qels bûn. Ji bo vê platfomên cuda hatin avakirin, şanogeran xwe rêxistin kirin. ‘Platforma Bila Şanoya me bijî’ li pey têkoşînê ye. Beriya meha Adarê me platformek ‘di hunerên dîtbarî de jin’ ava kiribû.Bêguman di vê platformê de gelek mijar hatin axaftin. Ez wisa difikirim ku wê hîn bêtir xurt bibe.   Şanoger niha bi rastî zor û zehmetiyên mezin dikişînin. Lê bi taybet di şexsê jinan de gelek nîqaş tên kirin. Ez wisa difikirim ku aliyekî bi fêde yê pandemiyê hebe, şanoger ji her demê zêdetir fikirîn û encamêm ku hikûmetê nedidîtin, bi cidiyet nêzî pisgirêkan bûn. Hem di alî zêde bilindkirina deng de hem jî di alî avakirina rayagiştî de hem jî mijarên tûnd girtin dest û nîqaş kirin. Niha pandemî didome vê sezonê îhtîmalek mezin bi awayekî fîzîkî wê şano venebin. Di 13’ê Adarê de hatibûn girtin. Nêzî salekê ye. Bi sedan kes bi rastî beyî ku pênc kuruş qezenc bikin, debara xwe kirin.   *Hun gotina  serokomar ya wekê ‘hunermend polemîkan nake, dirûşmeyan berz nake’ çawa dinirxînin?Gelo bi van gotinan ‘hunermendên makul’ diafirîne? Kî hunermend e?   Serokomar vê dibêje, ji bo me ne tiştekî matmayî ye, heta em normal dibînin. Em dizanin ku Tirkiye niha ji aliyê dîkta ve kî ve tê birêvebirin. Hemû mekanîzma girêdayê wî ne. Hewl didin yek navendek biryarê bide. Ev rêvebirin wê dirêj berdewam neke. Wê hilweşe, em vê dibînin. Yanî zêde nikare li ser piyan bisekine. Di vê rêveberiyê de bêguman serokomar dibêje ‘bila hunermend bêdeng be û rune’. Ji ber hunermend wek zanatkar dibîne. Esasa huner û şanoyê ev e ku bi civakê re be. Ji xwe parçeyek wê civakê ye hunermend. Û hunermend her tim jî pêşerojek ronakbîr, demokratîk û aştiyane dixwaze.   *Têkiliya huner û hunermend bi civakê re çi ye?   Huner qadek çandê ye. Mînak şano bi rastî jî qadên çandê ne, qadên cemawerî ne. Ji ber vê jî huner û hunermend dikare xwe bigihîne her mirovekî. Ev jî tê vê wateyê ku bi hemû civakê re dan û standina çand û fikr dike. Huner di navbera mirovan de pirê ava dike. Ji ber vê jî ger ku neyê xwestin ku ev çîn bi hev re bikevin têkiliyê divê ev pir bên hilweşandin. Li holê bêguman hedefa wan ya ewil hunermende. Ji ber hunermend bi israr wê peywira pirê dimeşîne. Yanî bi xeter dîtin jî gelek normal e.   *Gelek lîstik tên astengkirin. Demek nêz de lîstika şanoya Kurd hat qedexekirin. Hun vê çawa dinirxînin.?   Em vê nav xwede nîqaş dikin. Bêguman em ligel hemû hevalên xwe yên hunermend yên şanoya Kurdî dikin. Lê divê neyê jibîrkirin ku dîrok bi dema AKP’ê nayê destpêkirin. Piştî avabûna komarê şûnde her tim zext li ser hunerê hebû. Ez nabêjim ku rêveberiyek baş bû ya din ne baş bû. Di esasê de vê her tim xwe dubare kir. Her ku têkoşîn hat dayîn jî vê dubare kir. Lê dîsa jî ez bi nokteya ku niha em lê ne gelek serbilindim. Ji ber vê dibêjim astengkirin wan sibê tiştekî naguhere. Her kes ji her demê zêdetir ligel hev têdikoşin.   *Ji paşerojê heta îro di qada şano û hunerê de çi hat guhertin?   Ji paşerojê heta îro gelek mijar hatin çareserkirin li gorî min. Di alî huner, estetîk û polîtîk de gelek mijarên rojane hatin çareserkirin. Bêguman wê ev dubare jî bike. Di 2040’an de tiştên îro em xeyal dikin wê ji sedî 90 pêk bê. Lê her tişt dikare berovajî bibe. Ji ber vê me her tim ew antenên xwevekirin. Huner li gorî berê mijarên hîn tûndtir nîqaş dike û dixwaze nîqaş bike.   *Qadên ku we bi temaşevanan re tînin gel hev girtî ne. Şanoger vê çawa pêşwaz dikin? Hun çi hîs dikin?   Şanoger, ekîba me her kes ewil vê dibêje, şano di heman cihî de cihê ku bi temaşevanan re tê cem hev e. faktora taybet ya şanoyê ji hemû huneran cuda dike, ji bo dike xwedî qiymet,di heman cihî de hatina cem hev e. Em pir bêriya wê yekitiya li wê cihê, dikin. Bi rastî jî ew dan û standina çandiye. Carna dema lîstik diqede mirov temaşevanan nas dikin, sohmbetê dikin û wê kesî-kêsê nas dikin. Me jî wek BeReZe di Adarê de şanoya xwe girt. Me di nîsanê de ev nîqaş kir:Ev pandemî mezine wê bandora wê jî mezin be.Dibe em dukanên xwe demek dirêj venekin. BeReZe di qada zarok û ciwanan de dixebite. Tişta ewil em fikirin, me got em ji bo zarokan tiştekî bikin. kanalek me ya Youtube hebû me aktîf kir. bernameyek me ya ‘pirtûka zindî’ li ser sahneyê hebû me ew bir qada dîjîtal. Me derfetên cîhana dîjîtal jî kîfş kir. Di encamê de em ê rojekê deriyên şanoya xwe vebikin.   *Di dawî de peyamek bangek we ji bo temaşevanên we heye?   Gelek şano di pêvajoyê de lîstikên xwe li ser dîjîtalê dilîzin. Hinek weşanên zindî dikin. Aktor bi rastî li ser sahneyê dilîze û hun li mala xwe temaşe dikin. Ji kerama xwe re ji bo van lîstikan bîletan bigirin. Hem bo piştgiriya şanoyê Û hem jî bila têkiliya şano û temaşevanan qels nebe. Bi rastî jî dixwazin bi temaşevanan re bên gel hev. Ji ber vê hun kampanya piştgiriyê ya şanoya bşopînin û hun bîletên lîstikên dîjîtal bigirin ev ji bo şanogeran tiştekî pir başe.