Li Helebê rewşenbîran pêşengeheke wêneyan vekirin 2021-01-12 15:56:39     HELEB - Bi nêzîkbûna salvegra êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê Yekîtiya Rewşenbîrên Helebê pêşengeheke wêneyan vekirin.   Yekîtiya Rewşenbîrên bajarê Helebê bi nêzîkbûna salvegra êrîşên dewleta tirk ên li ser Efrînê pêşengeheke wêneyan vekirin.  Pêşengeh li navenda Çand û Hunera Taxa Eşrefiyê bi tevlîbûna bi dehan şêwekar, hunermend, endamên sazî û dezgehên sivîl, hate çêkirin. Di vê pêşengehê de bi dehan wêne û tabolyên ku destnîşanî êrîşên dewleta tirk dike, her wiha êş û zehmetiyên ku Efrîniyan di dema êrîşê de dîtin hatine xêzkirin. Pêşengeh wê sê rojan dewam bike. Têkildarî naskirina armancên vekirina vê pêşengehê Rêveberiya Yekîtiya Rewşenbîrên Helebê Leyla Xalid ji me re axivî.   ‘Dijmin her li pey xwe xerakirin hiştiye’   Leylayê li ser vekirina vê pêşengehê nêrîna xwe anî ziman û ev tişt got: “Bi salvegera êrîşên dewleta tirk a dagirker a li ser bajarê Efrînê, me xwest em vê pêşengehê li dar bixin. Dijmin her li pey xwe xera kirin, tundî û koçberî hiştiye, me jî xwest em vê yekê bi riya vê pêşengehê bi gelê xwe re parve bikin. Gelek şêwekar bi tabloyên xwe tevlî pêşengehê bûne. Hemû tabloyên di pêşengehê de rewşa li Efrînê, xweza, koçberî û xerakirina bi êrîşan re dide nîşandan. Em dixwazin çand û dîroka xwe jî ji cîhanê re parve bikin, ji bo wê hin tabloyên ku bi çanda me jî têkildare hene. Bi hêviya serkeftinên ji hemû şêwekaran re.”