'Parastina çandê ji zaroktiyê de dest pê dike' 2021-01-10 16:39:42     HESEKÊ - Bi armanca zindîkirina rihê çandê bi nifşên pêşerojê re û piştgiriya zarokan, Tevgera Çand û Hûnerê li navçeya Til Temirê şahiyek li dar xist.    Zarok ew nifşên ku pêşeroja civakan ronî dikin, ew kesên dilpak û dilnizmin. Ji lewra di zaroktiyê de çi bigrin wê bi wan re mezin bibe. Beriya du mehan Tevgera Çand û Hûnerê ya Demokratîk li navçeya Til Temirê, serdana bi dehan malbatên zarokan kirin. Armanca serdanê ew bû ku malbat bikaribin piştigriyê bidin zarokên xwe û zarokên wan hînê çanda resen bibin. Bi vê armancê gelek malbatan zarokên xwe şandin navenda Çandê. Mamosteyên mûzîk, stran û alavên hûnerê, zarok perwerde kirin. Piştî perwerdeyê li Navenda Çand û Hûnerê ya Demokratîk şahiyek li dar xist. Di şahiyê de bi dehan malbatên zarokan û zarok amade bûn.    Endama Navenda Çanê ya Kevana Zêrîn Reşa Hisên, derbarê çêkirina vê şahiyê de ev yek anî ziman: "Armanca me ew e ku em bikaribin di roja me ya îro de çanda resen biparêzin. Navenda Çand û Hûnerê ew navenda ku bûye hembêza hemû zarokan. Em daxwaz dikin ku malbat jî piştgiyê bidin zarokên xwe ku hîn bêtir çanda xwe nas bikin."   Piştî axaftinê 3 komên stranan, stranên xwe pêşkêş kirin.    Paşê listika şanoyê ya bi navê "Zaroktî" ku rêwîtiya zarokan di jiyanê de û vegera wan li çandê vedibêje, hate pêşandan.   Şahî bi coş û moralekî mezin bi dawî bû.