Çanda kincên kurdî li Botanê bi destên jinê zindî dibe 2021-01-09 09:05:01   ŞIRNEX - Jina bi navê Emîne Yilmaz Aktaş a ku li Cizîrê dijî, ji bo çanda kincên kurdî neyê jibîrkirin bi destên xwe fîstanan didirû û vê çandê zindî dihêle. Emîne, dibêje: “Bi şev û biroj van kincan bidûrim jê têr nabim. Dema mirov îro lê dinêre kes zêde xwedî li vê çandê dernayê. Sedema vê jî bandora pergalê ye. Em dev ji çanda xwe bernedin.”   Dema mirov dibêje kincên kurdî nîşaneya kurdan e. Ji ber vê yekê bandora cil û bergên kurdî li ser Gelê Kurd zêde ye. Li herema Botanê jî kurd kincên xwe yên kurdî hem di nav rojê de û hem jî di dawetan de li xwe dikin û çanda xwe diparêzin.  Jina bi navê Emîne Yilmaz Aktaş a ku dayika 2 zarokane li taxa Nûrê ya navçeya Cizîrê ya Şirnexê, çanda kincên kurdî bi destên xwe diparêze.   Emîneya ku bi eslê xwe ji Êlihê ye, ji ber şert û mercên zehmet ên jiyanê bi malbata xwe re di sala 1995’an de berê xwe dide Stenbolê. Ji ber zehmetiya jiyana Stenbolê Emîne di temenê zarokatiyê de dest bi karê tekstîlê dike. Emîne ya ku nêzî 20 salan li Stenbolê maye careke din di sala 2012’an de vedigere  û vê carê jî li Cizîrê bi cih dibe. Emîne piştî li Cizîrê bi cih dibe şûnde ev 9 sal in karê dirûtina kincên kurdî dike. Her wiha Emîne, jiyana xwe ya Stenbolê jî wekî jiyan nahesibîne.   ‘Jiyana metropolan ne tu jiyan e’   Emîne bahsa salên xwe yên li Stenbolê jî kir û got: “Me nikaribû kesayetiya xwe derxista pêş. Ji ber vê carna em neçarin diman gor rewşê gavê bavêjin.  Ez nêzî 20 salan li Stebolê mam û bi tenê di karê tekstîlê de xebitîm. Jiyana metropolan ne tu jiyan e. Mirov wekî rojbatan dijî. Piştî demekê min biryar da û min berê xwe da Cizîrê. Ez niha bêriya Stebolê nakim û ne poşman im ku hatime vê derê.”   ‘Ez karê xwe bi kêfxweşî dikim’   Emîne, diyar kir ku ji ber jinên li Botanê tim kincên kurdî li xwe dikin dikin biryar daye ku  dikanekê veke û wiha pêlda axaftina xwe: “Min min ji ber ku ji vî karî hez kir dest pê kir û niha kincan didirûm. Ji ber vê yekê jî min ji xwe re dikanek vekir û dest bi dirûtina kincên kurdî kir. Ez ji karê xwe hez dikim û ez pê kêfxwe im. Ez bi vê xizmeta ku didim civaka xwe jî kêfxweş dibim. Îsal ji ber nexweşiya vîrûsa koronayê di karê me de her çixasî astengî çêbibe jî eleqeya şêniyên Cizîrê ji bo kincên kurdî zêde ye. Ev jî me kêfxweş dike. Ez herî zêde ji bo ku çanda me pêşve biçe û neyê jibîrkirin vî karî dikim.”   ‘Kincên kurdî sebola kurdn e’   Emîne, diyar kir ku ji ber zarokatiya wê û jiyana wê li metropolan derbas bûye dilê wê tim bi ser welatê wê de maye û wiha domand: “Dema ez diçim warê xwe Êlihê kelecaneke mezin min digire. Piştî ku em koçber bûn hesreta welatê min tim di dilê min de mabû. Ji ber hezkirin û hesreta welat piştî vegeriyam min dest bi dirûtina kincên kurdî kir. Ez naxwazim ku çanda me ya kurdan winda bibe. Ji ber ku windabûna çanda kurd tunebûna civaka kurd e. Kincên kurdî sembola kurdan e. Dema min kincên kurdî li xwe kir wê herkes bizanibeez Kurd im û li vir im. Ez jî keçekê kurd im. Ez îro gelek serbilindim ku ji vê çandê re xizmetê dikim.  Dema ku van kincan didirûm şêniyên Cizîrê jî kêfa wan tê. Bi taybetî jî kêfa jinên Cizîrê tê. Dema kinc ji jinan re pêwîst be tên ligel min didirûn. Li Cizîrê jin fîstanan hem di nav rojê û hem jî di dawetan de li xwe dikin. Li dijî astengî û zextên pergalê jî li Botanê kincên kurdî ji aliyê kurdan ve tên parastin. Ji ber ku ez van kincan didirûm gelek kêfxweş dibim.”   ‘Em dev ji çanda xwe bernedin’   Emîne di dawiya axaftina xwe de got pêwîste hemû kes çanda kincên kurdî biparêzin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ez şev û roj kincên kurdî bidirûm ji wna têr nabim. Dema mirov îro lê dinêre kes zêde xwedî li çanda kincên kurdî dernakeve. Sedema vê jî bandora pergalê ye. Lê mezinên me hîn li gor dîrok û çanda xwe ya berê dijîn. Divê hemû kurd xwedî li çanda xwe derbikevin. Cilên kurdî zêdetir li mirovan tên. Em dev ji çanda xwe bernedin. Divê em her roj kincên kurdî li xwe bikin û em nîşanî hemû kesî bidin ku çanda me îro jî hîn didome. Em çanda xwe nedin jibîrkirin.”