Rewşenbîrên Helebê şahiyek ji zarokan re li dar xistin 2020-12-31 16:55:29   HELEB - Yekîtiya Rewşenbîran a Bajarê Helebê bi boneya sersala nû şahiyek ji zarokên taxê re li dar xistin.   Yekîtiya Rewşenbîran a bajarê Helebê bi boneya sersala nû şahiyek ji zarokên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiyê re li dar xistin. Şahî bi tevlîbûna kalê nûelê dest pê kir. Kalê nûelê li taxa Merûf, Eşrefiyê û Şêx Meqsûdê geriya û yek bi yek diyarî li zarokan belav kir. Her wiha şêwekar jî tevlî şahiyê bûn û bi boyaxan ser rûyê zarokan xêz dikirin.   'Em dixwazin zarokên me di jiyanek aram de bijîn'   Rêvebera Rewşenbîran a bajarê Helebê Leyla Xalê sersala tevahî gelan û bi taybet ya zarokan pîroz kir û got: "Sersal ji bo her mirovekî pêvajoyek nû ye û em jî weke Gelê Kurd di sala nû de hêviya aramiyê dikin. Di rojên wiha taybet de zarok pir kêyfxweş dibin, ji bo wê me şahiyek ji bo zarokan organîze kir ku em kêyfxweşiyek li ser rûyê wan ava bikin û xeyalên wan kêm be jî pêk bînin. Zarokên kurdan naşibin tu zarokên cîhanê, ji ber ew di nava şer de mezin dibin û ji temenê xwe mezintir bûyeran re rû bi rû dimînin. Em jî dixwazin zarokên me di jiyanek aram de bijîn û weke her zarokekê li gor temenê xwe bijîn, lê mixabin dewleta tirk û hevalbendên wan vê yekê pêk naynin û di her êrîşekê de zarokên me jiyana xwe ji dest didin. Em hêvî dikin  ku bi sala nû re herêmên me yên dagirkirî ji dewleta tirk û çeteyên wê rizgar bibin û şêniyên ku koçber bûne vegerin ser axa xwe."