Kevana zêrîn: Serê salê binê salê xwedê aramî û azadiyê bide vê malê 2020-12-29 16:03:48   KOBANÊ - Bi nêzikbûna sala nû ya 2021'ê Kevana Zêrîn a bajarê Kobanê ji bo çanda kurdewar a kevin bi bîr bixe û zarokan kêfxweş bikeke dest bi çalakiyan kir.   Bi munesibeta sala nû ya 2021'ê Kevana Zêrîn a Bajarê Kobanê dest bi çalakiyan kir. Endamên Kevana Zêrîn bi cil û bergên xwe yên kurdî û amurên mûzikê di nava bajar de geriyan û şekirok li zarokan û li malan belav kirin. Dema ku mal bi mal digeriyan û bi daholê diketin nava malan wiha diaxivîn "Serê salê binê salê xwedê aramiyê û azadiyê bide vê malê".   Şêniyên Kobanê jî bi minasebeta serê salê li pêşiya mal û dikanên xwe dar û amûr ji bo nûwelê xemilandin. Her wiha Şaredariya Kobanê jî ji bo kêyfxweşiyê bixe nava dilê zarokan darên sersalê bi qasî 10 metreyan dan çêkirin.   Tê payîn ku wê ev çalakiya Kevana Zêrîn heta sersalê bidome.