Qudret: Ez ji bo nasnameya xwe hunera xwe dikim 2020-12-26 09:03:48   Medya Uren    MÊRDÎN - Hunermend û mamosteya muzîkê Qudret Ucuk strana Mehemet Şêxo “Gulîzerê” bi dayika xwe Manîsa Ucuk re got. Qudreta ku ji bo nasnameya xwe hunera xwe li pêş dixe diyar kir ku divê çand huner bi her awayî bê parastin.   Qudret Ucuk di Koma Dengê Jinên Azad de weke stranbêj û sazbend cih digire. Her wiha di mala Komelya Çand û Hunerê ya Mezopotamya yê de weke mamosteya muzikê dixebite û di jimarek zêde de xwedekarên wê hene. Qudret ango komeleya ku têde dixebite jî tenê ji bo pêşxistina zarokan kedê dide. Qudret, strana “Gulîzerê” ku gotin û muzîk ya hunermend Mihemed Şêxo ye ji bo dayika xwe Manîsa Ucuk got. Di klîbê de ew û dayika xwe bi hev re cih girt. Qudret têkildarê klîba xwe û xebatên xwe de nêrînê xwe ji ajansa me re parvekir.    Qudret, di serî de qala girîngiya hûnerê kir û wiha got: "Civaka kurd bi êrişên bişaftinê re rûbirû ye. Ji her alî ve êrişê ziman û çanda me tê kirin. Em dizanin di demen dawî de çiqas komeleyên çandê hatin girtin. Lîstokên bi zimanê kurdî hatin qedexekirin. Li dijî van êrişan çeka me ya herî mezin jî parastin û pêşvebirina vê çandê ye. Ger em ne parêzin tunebûna me wê ew qas ji nêz bibe. Em îro têkoşîna wê didin. Ji bo zarok çanda xwe fêr bibin em hewil didin. Muzîkjeniya min jî li ser vê esasiyê."   ‘Em ê di her şert û mercan de kedê bidin’   Qudret di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Pêvajoyekî heye li pêş me. Li aliyekî şewba koronoyê ya ku hemû cîhanê xistiye di bin bandora xwe de û li aliyekî din jî êrişên li ser gele kurd zêde bûn. Li cihê ku em tên hepskirin em karê xwe berdewam dikin. Me xwendekarên xwe hîn kir û me hewl da ku xwendekar jî xwe bighînin civakê. Di vê pêvajoyê de barek girîng dikeve li ser milê me û pêwîste em vê ji pêk bînin.”   ‘Hertişt xwezayî ye’   Qudret herî dawî bal kişand li ser klîba xwe û wiha got: “Ev demeke me amedekariyên weşana klîbê dikir. Di destpêka klîbê de dayika min cih digire û strana Gulîzerê dibêje. Min xwest her tişt xwezayî be. Ji cil heya gund û avahî ji. Ji ber ku ji me re ya girîng eşkere kirina çanda xwe ye. Ger ew tunebe wateya wê namîne. Piştî dayika xwe ez stranê didomînim. Piştî ku me weşand eleqeyek mezin jêre çêbû. Ev ji min gelek kêfxweş kir."