'Divê hemû berhemên dapîrên me di bîr û baweriya civakê de bimînin' 2020-12-21 17:29:08   KOBANÊ - Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê bi şahiyekê pirtûka bi navê 'Çîrok bi roj nayên gotin' ku ji aliyê Zîlan Hemo ve hatibû nivîsandin li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido da îmzekirin.   Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Kobanê îro bi şahiyekê pirtuka bi navê "Çîrok bi roj nayên gotin" li navenda Çand û Hunerê ya Baqî Xido da îmzekirin. Di şahiyê de hemû endam û rêveberên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û rê hevalên Zîlan Hemo amade bûn. Di cihê şahiyê de wêneya Rewşenbîr Zîlan Hemo û pankarta bi nivîsa "Çi hebû çi tune bû….. pîr û kalên me ewqas bar li ser pişta xwe ya xûz heta roja me ye îro anîn, lê me bar li ku hîşt?", hatibû daliqandin.    Piştî deqeyek rêzgirtina ji bo pakrewanên azadiyê, axaftin ji aliyikê Hevseroka Yekîtiya Rewşenbîran a herêmê Firatê Leyla Ebdo û Endama Rewşenbîran a kantona Kobanê Zîlan Hemo ve hatin kirin.   'Divê em parastina dîrok û zanista xwe bikin'   Leylayê da zanîn ku roj bi roj nifşên nû zanist û wêjeyan zindî dikin û wiha got: "Bi saya ked û berxwedana şehîdan îro me dîrok, çand, kevneşopî û zimanê xwe zindî kir. Yekîtiya Rewşenbîran derfet ji hemû ciwanan re da ku her kes helbest, nivîs û pirtûkan çêbike. Wek hûn jî dibînin ku îro jina ciwan a bi navê Zîlan Hemo berhemên me yên kevin yê dapîr û bapîrên me pirtûkeke nivîsandiye, ew pirtûk jî çîrokan vedibêje."   'Wêjeya devkî bingeha wêjeya nivîskî ye'   Paşê Endama Yekîtiya Rewşenbîran a kantona Kobanê Zîlan Hemo jî  kêyfxweşiya xwe parve kir û wiha pê de çû: "Ev pirtûka min ya yekemîn e û ji çîrokên dapîra min ên devkî ne.  Dema ku ez biçûk bûm min her timî çîrokên dapîra xwe guhdar dikirin û min xwest ez van berheman hemûyan di pirtukekê de binivîsinim  ku di hizrê civakê de bimîne û winda nebe. Ev çar salin min dest bi nivîsandina pirtûkê kiriye, lê ji ber şerê heyî gelek caran min nivîsa xwe da seknandin. Girîngiya vê pirtûkê wek min anî ziman ku divê Wêjeya Kurdî neyê windakirin. Di hundir vê pirtûkê de 21 çîrok hene. Raste min ev pirtûk nivîsand, lê belê belkî min tam hemû çîrok nenivîsandin jî.  Lê disa jî ez dibêjim, divê her kes dîroka xwe ji bîr neke û hemû bingeha zanista xwe winda nekin û di bîr û baweriya civakê de bimîne."   Piştî axaftinan Endamên Çand û Hunera Kobanê Serbest Mistefa û Ednan Mihemed stran gotin, Hevserokê Yekîtiya Rewşenbîran a Herêma Firatê Azad Hecî helbestek xwend û Hunermend Sebrî Bekir jî stran  got. Herwiha  welatiyê bi navê Henîf Ehmed jî dengbêjî kir.    Şahî bi îmzekirina pirtûkan bi dawî bû.