'Dixwazim çanda dayika xwe zindî bihêlim' 2020-12-19 09:02:47   Sara Şêx Hesen   HELEB - Fikret Mistefa ev 30 sal in bi tayê rîs cilan çêdike. Fikretê di derbarê çêkirina cilan a bi tayê rîs de wiha got: "Armanca min a vî karî ew e ku çanda dayika xwe zindî bihêlim û tiştên baş bidim civakê."   Jin bi keda xwe ya destan her dem çanda xwe diparêze û di hemû aliyên jiyanê dide jiyîn. Çiqas teknolojî pêş bikeve jî tu tişt nagihêje wateya keda destan. Çêkirina cilên bi  rîs çandekê dayikan e. Jina bi navê Fikret Mistefa 54 salî ye, xwediyê 4 zarokan e û li taxa Şêx Meqsûdê ya bajarê Helebê dijî. Fikret ev nêzî 30 salan e bi tayê rîs cilan çêdike, her wiha di taxa Şêx Meqsûdê de dikaneke wê heye û cilên ku bi destên xwe çêdike difiroşe. Di şerê giran ê Taxa Şêx Meqsûdê de Fikret dev ji karê xwe berneda û di nava şer de car din karê xwe dom dikir. Dikana Fikret di nava taxê de bi nav û deng e, dema mirov dikeve dikanê bêhna kedê tê. Fikret têkildarî çêkirina cilên bi tayê rîs  nêrîna xwe bi me re parve kir.   'Ev 30 sal in ez bi tayê rîs cilan çêdikim'   Fikretê di destpêka gotina xwe de bal kişand ser karê xwe û wiha domand: "Ev 30 sal in ez bi tayê rîs cilan çêdikim. Me ev kar ji dayik û dapîrên xwe girt, îro em wê çandê zindî dikin û hînî zarokên xwe dikin. Her wiha li Taxa Şêx Meqsûdê ev nêzî 20 sal in min dikaneke rîsan vekiriye û bê navber ez di wê dikanê de di hemû şert û mercan de xebitîm. Di nava şerê giran ê Taxa Şêx Meqsûdê jî min dev ji dikana xwe berneda û ez her li ser bûm. Pirî caran em di nava dorpeçê de bûn û tayê rîs bi destê min nediket, lê min ji Efrînê daxwaz dikir û wiha min karê xwe didomand. Bi Zagona Qeyserê re her tişt pir buha bû, vê yekê bandor li tayê rîs jî kir. Ji bo wê em  tayê rîs bi rêjeyek giran dikirin. Derfetên pir kesan nîne ku bikirin, lê ez alikariya wan dikim û li gor derfetên wan didim wan. Dem ew deme ku herkes alîkariya hevdu bike. Armanca min a vî karî ew e ku çanda dayika xwe zindî bihêlim û tiştên baş bidim civaka xwe. Ez gelek ji çêkirina cilên bi rîs hez dikim, heta ez li ser piyan bim ez dev ji karê xwe bernadim."   'Keda bi destdan bi qîmet e'   Fikretê di dewama gotina xwe de diyar kir ku tiştên bi destan çêdibin bi qîmet in û wiha domand: "Mirov bi keda xwe heye û wiha jî tê nasîn. Çi tişt bi destên mirovan bê çêkirin, hêstekî cuda dide mirovan. Niha cîhan pir guhertiye, her tişt amade tê kirîn û tu qîmeta wan tiştên amade nîne, lê dema mirov cilan bi destên xwe çêdike mirovan gerim dihêle û bi salan tu dikarî bi kar bîne. Ji bo wê cilên bi rîs mirovan ji sermê û seqemê diparêze. Ji hemû taxên Helebê yên mîna Hemdaniyê, Eşrefiyê, Ezîziyê, Silêmaniyê, Siryan û heta ji herêma Şehbayê jî mirov tên li gel min û ez ji wan re bi tayê rîs cilan çêdikim. Dema ez cilan bi destên xwe çêdikim li gor daxwazê kesan neqiş dikim û wiha difiroşim."   'Armanca min parastina çanda dayikê ye'   Fikretê herî dawî da zanîn ku divê çanda dayikê ya kevnar were parastin û wiha bi dawî kir: "Cilên bi tayê rîs çanda kevnar e û divê her daim bê parastin û bê jiyîn. Her wiha divê em çanda xwe ya dayikê hînî zarokên xwe bikin da ku çanda me neyê jibîrkirin. Niha min zarokên xwe hemû hînî çêkirina cilên bi rîs kiriye, ji ber armanca min parastina çanda dayikê ye. Di demsala zivistanê de çêkirina cilên bi rîs pir xweş in. Mirov li ber sobeya xwe rûdinê û bi sohbetek germ cilên xwe çêdike. Ger mirov hînî tiştekî bibe û pê xweş be nikare dev jê berde. Ji ber di encamê de keda destan heye."