Jina dengbêj Celîle zehmetiya jiyana xwe bi stranan tîne ziman 2020-12-11 09:08:34   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Çanda dengbêjiyê herçend ku xwedî dîrokek kevnar be jî di demên dawiyê de ber bi windabûnê ve diçe.  Dengbêj Celîle Zeybek a li gundê Heştan ê Şirnexê got ku ji bo çanda dengbêjiyê tune nebe pêwîste hemû kes xwedî vê çandê derbikeve.   Li Kurdistanê dema qala dîrokê tê kirin çanda devkî ya Gelê Kurd tê bîra mirov. Hema bêje hemû diroka kurdan bi stranên ku dengbêj dibêjin gihiştiye roja me ya îro. Di nav kurdan de dengbêjî bandorek xwe ya ewqas girîng heye ku mirov dikare hemû çand û hunera Gelê Kurd ji stranan fêr bibe. Jina dengbêj Celîle Zeybek(45) a li gundê Heştan ê Şirnexê ye ku di 13 saliya xwe de bi zorê hatiye zewicandin, êş û jiyana xwe bi stranan tîne ziman. Celîle, di zaroktiya xwe de ji malbatê fêrî dengbêjiyê dibe û îro jî ji bo ku çanda dengbêjiyê ber bi windabûnê ve neçe li vê çandê xwedî dertê û pêşve dibe.   ‘Çand û kevneşopiya berê gelek xweş bû’   Celîle, bi lêv kir ku ew ji temenê zarokatiya xwe heta niha çanda dengbêjiyê didomîne û wiha behsa jiyana xwe kir: “Jiyana me bi koçeriyê derbas bû. Dema ez zarok bûm malbata min pez xwedî dikir û ez jî tim bi malbata xwe re diçûm zozanan. Ji ber ku em li gund diman me her kar dikir. Jiyana berê ji jiyana niha xweştir bû. Çand û kevneşopiya berê gelek xweş bû. Êdî ew çand û kevneşopî niha nemaye. Berê em hem jin û hem jî mêr dihatin ligel hevdû me bi stranan şevbûherka xwe derbas dikir. Me di dawetan de bi xwe stran digotin. Lê niha ji ber ku teknolojî pêş ketiy ev çanda dengbêjiyê jî her ku diçe ber bi windabûnê ve diçe.”   ‘Çanda dengbêjiyê ber bi tunebûnê ve diçe’   Celîle, destnîşan kir ku ew ji malbata xwe fêrî dengbêjiyê bûye û wiha domand: “Berê dema dibû êvar hemû dost û cîran kom dibûn û stran digotin. Em wê demê biçûk bûn û vê bandor li min dikir. Dema şevbûherk dihat lidarxistin em hemû zarok dihatin gel mezinên xwe û me stranan gûhdarî dikirin. Vê çandê bandor li min kir û ji zaroktiya xwe heta îro ez dengbêjiyê dikim. Ez li ser jiyan, êş, şahî û kêfxweşiyê stranan dibêjim. Berê televîzyon tûnebû lê belê me bi stran û çîrokan şeva xwe derbas dikir. Dengbêjî çandek gelek xweş e. Em stranên li ser Kurdistan û axa xwe dibêjin. Ez carna stranên ku min bi xwe afrandine dibêjim û carna jî stranên tên zanîn dibêjim. Niha ji ber telefonên derketine kêm kes dengbêjiyê dikin. Lê dema mirov dinêre kesên dengbêjî kirine û yên niha dikin bi taybetî li ser berxwedan û têkoşîna Kurdistanê stranên xwe gotine. Ez carna ligel zarokên xwe stranan dibêjim.”