'Em bi Bernameya 'Hebû Tunebû' folklora kurdî diparêzin' 2020-12-09 09:04:50   Rojda Seyidxan   QAMIŞLO - Çîrokbêjên Bernameya Hebû Tunebû dan zanîn ku ew dixwazin folklora Gelê Kurd belav bibe û wiha gotin:"Di nava bernameya Hebû Tunebû de em çîrokên ji bo zarok û mezinan pêşkêş dikin. Armanca me ew e ku em çand, ziman û folklora kurdî biparêzin û nûjen bikin."   Koma Teyatra Sara Baran a Kevana Zêrîn li Kantona Qamişloyê, ev du meh in dest bi pêşkêşkirina bernameya bi navê Hebû Tunebû kiriye. Di nava bernameyê de çîrok, destan, folklor û çanda kurdî derdikevin pêş. Di vê bernameyê de 6 çîrokbêjên jin cihê xwe digirin û hefteyê carekê li ser ekrana qenala JIN TV tê weşandin. Ev bername wê salekê dewam bike û dê 52 bername werin pêşkêşkirin. Têkildarî mijarê çîrokbêjên di Bernameya Hebû Tunebû de cihên xwe digirin derbarê armanca vê bernameyê de axivîn.   'Em hewil didin gel sûdê bigirin'   Çîrokbêja bi navê Zelal Mûsa li ser bernameya Hebû Tunebû wiha dest bi axaftina xwe kir:"Ev du meh in me dest bi Bernameya Hebû Tunebû kiriye. Di nava bernameyê de em destan û çîrokên kurdî pêşkêş dikin. Em 6 jin cihê xwe di vê bernameyê de digirin û hefteyê carekê di roja sêşemê de li ser qenala JIN TV'yê tê weşandin. Heta niha 12 beş hatine weşandin. Di van beşdan de çîrokên bi navê Şengê û Pengê, Dîroka Cîhanê, Çûko û Dîko, Pîrê û Kêzxatûn, Binefşa Narîn û wekî din hatine weşandin. Ev çîrokên me ji bo mezin û biçûkan e. Ew ê 52 beş bên weşandin. Em hewil didin gel sûdê bigirin."   'Em bi Bernameya 'Hebû Tunebû' folklora kurdî diparêzin'   Zelalê bal kişand ser armanca bernameyê û wiha pê de çû: "Armanca berameyê ew e ku em çand, ziman û folklora kurdî nûjen bikin û biparêzin. Em bi Bernameya 'Hebû Tunebû' folklora kurdî diparêzin.Di bernameyê de ne tenê em çîrokan dibêjin, em cil û bergên xwe yê kurdî jî li xwe dikin û pê pêşkêş dikin. Her wiha em di bernameyê de çanda deqên li ser rû û destên jinan, fanûsên berê, hirî, teşî, hiprî, kildank û gelek tiştên çandî jî didin pêş. Piraniya çîrokên me, ew çîrokên ku berê hatine gotin e da ku zarokên me jî van çîrokan nas bikin û her tim di bîra wan de bimîne. Beriya demekê êrîş li ser zimanê me yê kurdî hatibû kirin û daxwaza rakirina zimanê dayikê ya ji dibistanan hatibû kirin. Em dibêjin ravekirina çîrokên me ya bi zimanê kurdî bersiveke li dijî daxwaza rakirina zimanê kurdî ye. Em dixwazin bidin diyarkirin ku tu kes nikare zimanê me tune bike û rake."   'Pêwist e em bêhtir bala zarokan bikşînin ser çîrokan'   Çîrokbêja bi navê Nejbîr Saroxan bal kişand ser naveroka çîrokên ku têne gotin û wiha got:" Ev du car in ku ez çîrokan pêşkêş dikim.  Çîroka min a yekem li ser Gur û Kûçik bû. Di vê çîrokê de qala azadiyê tê kirin. Çîroka min a duyem a bi navê Kêzxatûn jî hevaltiya baş û jiyana bi hevalên rast re dide nîşandan. Hemû çîrokên me bi armanca sûdgirtin û fêrbûyinê ne. Piraniya zarokan niha bi înternetê mijûl dibin. Ji bo ku em bala zarokan bi taybet bikşînin ser bernameya xwe, pêwîst e em hîn bêhtir çîrokên zarokan pêşkêş bikin.  Bi hêviya ku bernameya me derbasî her malbatê bibe û bi alîkariya malbatê em ê zarokan fêrî çanda kurdî bikin."