'Delalê tevî astengiyan bi hunera xwe jiyana xwe didomîne' 2020-12-08 09:05:59   Raperîn Bekir   ŞEHBA - Dapîra Delal El-Ehmed ya bi navê Rebîa Elî El- Ehmed behsa jiyan û hunera Delal ya ku di encama nexweşiyeke giran de ji guhê xwe astendar bû û  di heman demê de nikare biaxive kir û wiha got: "Delal ruxmê hemû astengiyan bi hunera xwe jiyana xwe dixemilîne û ji jiyana xwe hez dike."   Huner zerafeta jiyanê derdixîne pêş. Dema behsa hunerê tê kirin yekem jin tê hişê mirovan. Ji ber hunera jiyanê bi destên jina afrîner û xwedawend hatiye avakirin. Îro jî bi hezaran jin şopdarê dayika xwedavendan in û hunera xwe di hemû aliyên jiyanê didin jiyîn. Jina ciwan a bi navê Delal El Ehmed a ji niştecihên gundê Um Hoşê ya Kantona Şehbayê ye û 15 salî ye. Delal dema biçûk bû di encama nexweşiyeke giran de ji guhê xwe astengdar dibe û her wiha nikare biaxive. Sê xwişk û birayekî Delalê heye û bi dapîr û bapîrê xwe re dijîn. Delalê ruxmê astengdariya wê heye, lê dev ji hezkirina xwe ya hunerê berneda. Delalê hestên xwe yên xweşik li ser wêneyan xêz dike û jiyana xwe bi wate dike. Dapîra Delalê ya bi navê Rebîa Elî El- Ehmed behsa hunera nêviya xwe Delalê ji me re kir.   'Delalê jiyana xwe bi wênexêziyê dixemilîne'   Rebîayê di despêka gotina xwe de behsa meraqa Delalê ya ji bo hunerê kir û  wiha got: "Delalê keçikeke zîrek e û hîn temenê wê biçûk bû hînî xwendin û nivîsandinê bû. Dema Delalê biçûk bû destpêkê derbasî dibistanê bû, piştî zehmetiyên xwe li malê xwe hînî xwendinê dikir. Bala Delalê di biçûkaniyê de wênexêziyê dikişand. Delal niha çi wêne bala wê bikişîne di mejiyê xwe de ji ber dike û dema tenê dimîne  wêneyê xwe xêz dike. Her wiha bi morîkan paçan dineqişîne. Delalê jiyana xwe bi wênexêziyê dixemilîne."   'Ji ber aloziya Sûriyeyê me nikaribû Delalê tedawî bikin'   Rebîayê bal kişand ser nexweşiya Delalê û wiha domand: "Delalê hîn di temenekî biçûk de bû nexweş ket û di encama nexweşiyê de ji guhê xwe astengdar bû û nikare biaxive. Me gelek caran ji bo ku Delal baş bibe me dibir gel bijîjkan. Guhê Delalê yek qet nabihîse û ya din jî ji sedî deh dibihîse. Dema dawî me Delal cardin bir gel bijîjk da ku guhê wê tedawî bikin, lê mixabin aloziya ku li Sûriyeyê qewimî û şerê ku  çêbû em neçar man koçber bibin û me nikaribû Delalê tedawî bikin ev yek jî cihê xemginiyê ye. Piştî qadên me ji çeteyan rizgar bûn em cardin vegeriyan Şehbayê, lê niha jî dorpeça Rejima Sûriyeyê li ser herêmên me tê ferzkirin û niha em nikarin Delalê bibin gel bijîşkan."   'Delalê tevî astengiyan bi hunera xwe jiyana xwe didomîne'   Rebîayê di dewama gotina xwe de diyaloga ku bi Delal re dike bi bîr xist û wiha pê de çû: "Delal gelek tiştan fêm dike ji ber jineke zîrek e. Dibe ku Delal nebhîse, lê ez bi deng bi Delalê re diaxivim, ji ber fêm dike, lê ji ber ji guhê xwe astengdar e  û nikare biaxive bersiva me nade. Delal jineke pir paqij û bi aqil e naxwaze tu kes jê aciz bibe û bixeyide. Ji bo wê herkes ji wê hez dike û em jî gelek jê hez dikin. Delal ruxmê hemû astengiyan bi hunera xwe jiyana xwe didomîne û ji jiyana xwe hez dike."   'Delal bi wêneyê xwe beşdarî Mîhrîcana Amara bû'   Rebîayê herî dawî da zanîn ku Delalê bi wêneyên xwe tevlî Mîhrîcana Amara ku cara yekem li Şehbayê hatibû lidarxistin bûbû û wiha bi dawî kir: "Delal ruxmê zor û zehmetiyan jiyana xwe didomîne. Herî dawî li Şehbayê cara yekem Mîhrîcana Amara hate lidarxistin û Delal bi wêneyên xwe beşdarî mîhrîcanê bû. Delal wêneyê Şehîd Ezîz Ereb xêz kir û bi wê wêneyê beşdarê Mîhrîcana Amara bû û wêneyê Delal di wê mîhrîcanê de gelek hat ecibandin û ev yek jî gelek morelek mezin da Delalê. Ez heta bijîm ez ê her alîkarî û piştgiriya Delalê bikim."