Newaya Jin bi manşeta "Dîktator tê darizandin!" derket 2020-12-01 09:18:46   NAVENDA NÛÇEYAN - Hejmara meha kanûnê ya Rojnameya Jinê ya bi navê Newaya Jin bi manşeta "Dîktator tê darizandin!" derket.    Hejmara meha kanûnê ya Rojnameya Jinê ya bi navê Newaya Jin a li ewropayê weşanê dike bi manşeta "Dîktator tê darizandin!" derket. Rojnameya bal kişand ser rojevên jinê yên di 2020'î de, kampanyaya Tevgera Jinê ya Kurd a Ewropayê (TJK-E) a di 25'ê Mijdarê de bi dirûşma "100 sedemên ji bo dîktatorî bê darizandin" starta wê hat dayin, kir manşet.    Nivîsên analîzê yên mijara kampanyaya li ser xwestina darizandina ji ber sûcên şer ên Serokkomar Tayyip Erdogan û daxwaza cezakirina wî ji aliyê Nilay Egeli û Gulîstan Çiya Îke ve hatin nivîsandin.     Mîrateya serîhildanê ya ber bi 2021'ê ve   Serenavên têkildarî jinê yên di 2020'î de derketin pêş ji aliyê Dilzar Dîlok hat nirxandin. Dilzarê di nivîsa xwe de anî ziman ku heta cîhan nêrîna xwe ya nebaş/şaş a têkildarî mirovatiyê û jinê neguherîne wê tu nebaşî bi dawî nebe û ew ê tu mirov azad nebin. Simten Çoşar jî têkildarî kurtajê nivîsand.    Zerya Gul li ser zayendiya jinê nivîsand   Zerya Gul jî têkildarî mijara zayendiya jinê, nivîsand. Zerya di nivîsa xwe de da zanîn ku bikaranîna zayendî ya wekî alavekê berhema zihniyeta dewletê tê.    Danasîna Atolyeyên Jîneolojiyê tên kirin   Ruken Aras di rûpelê Jîneolojiyê de danasîna Atolyeyên Jîneolojiyê tên kir. Çarçel Engizek jî li dijî çerxa mêtingeriyê balê dikşîne ser keda azadiyê.    Gotara têkildarî Komeleya Jinê ya Rosayê   Seroka Komeleya Jinê ya Rosayê Adalet Kaya têkildarî xebatên Komeleya Jinê ya Rosayê ya di gulana 2020'î de bi serdegirtina polîsan hat girtin gotarek nivîsand.    ‘PDK vîna jinê nas nake’   Bêrîtan Zagros bi gotara xwe ya “PDK vîna jinê nas nake” bal kişand ser polîtîkayên KDP'ê yên têkildarî jinê. Roza Metîna jî bi serenava “Koletiya modern û parastina mafên mirovan” bal kişand ser Roja Rakirina Koletiyê û Roja Mafên Mirovan. Roza anî ziman ku li dijî koletiya modern xurtkirina stûna parastina rewa divê esasê yekem be.    Hunera serîhildanê   Di hejmara kanûnê de cihekî berfireh ji bo hunerê hat veqetandin. Têkildarî mijarê roportaja bi derhêner û mamosteya şanoyê Rûmet Beko re hat weşandin.    Ji KAKTUS'ê peyamên civakî   Yek ji serenavên bal kişand jê gotubêja Amara Dorşin a bi dayikek Elman re bû.    Di rûpelên portreyê de portreyên hunermenda gel “Fetane Welîdî’ û Nivîskara Femînîst, civakna a Avusturyayî “Eva Maria Cox” hatin weşandin. Her wiha mijarên têkildarî tenduristiyê û zanistê jî hatin weşandin. Nivîsa bîranînê ya têkildarî Madura Urmiye jî ji aliyê Rûhal Yildiz ve hat nivîsandin.