Wetha Kolanç: Dengbêjî çanda me ye divê em xwedî lê derkevin 2020-11-27 09:04:16   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Dengbêj Wetha Kolanç a ku  bi stranan şewata dilê xwe tîne ziman, diyar kir ku çanda dengbêjiyê ber bi tunebûnê ve diçe û got: “Em naxwazin çanda me bê tunekirin. Divê hemû kes xwedî li çanda xwe derbikeve.”   Yek ji sembola jiyan û çanda kurdan dengbêjî ye. Dengbêjiya ku di civaka kurd d bûye teşeyek ya jiyanê balê dikişîne. Dema mirov dibêje dengbêjî êş, elem, xweşî û şahî tên bîra mirov. Ji ber ku her dengbêjek êş û xweşiya xwe bi stranên xwe tîne ziman. Li navçeya Cizîra Şirnexê jina Wetha Kolanç (50) jî bi stranan şewata dilê xwe tîne ziman. Wetha ya ku ji Cizîrê ye, di temenê xwe yê zaroktiyê de hatiye zewicandin û dayika sê zarokan e. Wetha Piştî zewicî şûnde hevjînê wê hewî aniye ser wê û ji hev veqetiyan e. Wetha, 10 sal e ku bi sê zarokên xwe re têkoşîna jiyanê dide. Wetha, li dijî hemû zor û zehmetiyên jiyanê sekiniye û zarokên xwe mezin kiriye.   Wetha ya ku dengbêjiyê dike êşa xwe bi stranan tîne ziman û li aliyekî jî çanda dengbêjiyê dide jiyîn. Wetha ya ku dengbêjiyê ji dayika xwe elimiye, ji temenê zaroktiya xwe ve jî dengbêjiyê dike. Wetha ya ku di temenê zaroktiyê de stranan digotin di nav gel de wek “Eyşe Şan” hatiye pênasekirin  û wiha got: “Ez dengbêjiyê ji dayika xwe fêr bûm. Dema dayik, kal û pîrên min stran digotin min jî wan guhdar dikir. Min goh da wan û ez dengbêjiyê hîn bûm. Em carna bi jinên dengbêj re tên Gel hev dengbêjiyê dikin. Ez dema zarok bûm min dest bi dengbiyê kir. Herkesî dengê min dişibhand ê  Ayşe Şanê. Stranên ku ji kal û pîrên me mane ez dibêjim û carca jî ji xwe re stranan dibêjim.”   ‘Ger ew çand winda bibe ew gel jî winda bibe’   Wetha, anî ziman ku wê di demên berê de li dawetan stran digotin û wiha domand: “Em dema diçûn dawet, çol û seyranan me stranan digot. Her wiha em carna bi civatê re jî dihatin ligel hev û me şevbihêrka dengbêjiyê li dar dixist. Lê êdî di dawetan de jî her kes sazbendan tîne. Her wiha êdî di nav civakê de bi awayê xwezayî stran nayên gotin. Hemû bi rêya dijîtalê tên guhdarîkirin. Çanda me ya berê ya dengbêjiyê tune dibe.  Dengbêjî parçeyek kevneşopiya me ye. Divê hemû kes xwedî li çanda xwe û dengbêjiyê derbikeve. Çand ji bo me gelek girînge. Ger ew çand winda bibe ew gel jî wê winda bibe.”   ‘Em naxwazin ku çanda me winda bibe’   Wetha, destnîşan kir ku ji ber çanda dengbêjiyê ji dayik, kal û pîrên wan wek mîrasek maye ji bo wan gelek girînge û wiha pêlda axaftina xwe: “Çîroka her stranekê rastiyeke jiyanê ye. Dema em wan stranan guhdar dikin rondik ji çavên me dibarin. Ev stran rastiya jiyana me ne. Di demên berê dekêf û xweşî hebû. Çanda dengbêjiyê niha ber bi tunebûnê ve diçe. Êdî wek berê xweşî nemaye. Stranên ku ez dibêjim li ser berxwedan, êş, xweşî û şahiyan e. Lê em êdî li dawetan stranan nabêjin. Ji ber ku bi rêya teknolojiyê û bi anîna sazbendan dawet tên kirin. Ez bi xwe di nav jiyanê de stranan dibêjim. Em naxwazin ku çanda me winda bibe. Bila hemû kes xwedî li çanda dengbêjiyê derbikeve.”