Hunermend Pelda: Min xwest jinên ku hatine qetîlkirin neyên jibîrkirin 2020-11-25 09:07:45   AMED -  Hunermend Pelda Aytaş a ku bi berhema xwe ya bi navê "Anitnakiş" navê jinên ku hatine qetil kirin nexş kiriye wiha dibêje: “Jinên ku ji ber tundiya mêran tên kuştin bi statîskan tên nîşandan. Ew jî dibe sedema ji bîr kirina nav û çîrokên her jinên ku hatine qetîl kirin. Ev xebat ji bo bîranîna jinên ku ji aliyê mêran hatine kuştin neyên jibîrkirin."   Şîdet, taciz, tecawiz û kuştina jinê her roja ku derbas dibe zêdetir dibe. Jinan jî li hemberî kiryaran xwe birêxistin dikin û têkoşîna xwe mezin dikin. Jinan bi her awayî hewl didin ku kiryarên li hemberî jinê bînin rojevê û bidin nîqaşkirin.  Bi hevkariya ‘Karên Hevpar’ û atolyeya A4 di 8’ê Mijdarê de pêşengehek hat vekirin. Di pêşengehê de berhemên cur bi cur tên pêşkeşkirin û pêşangeh dê heta 29’ê Mijdarê vekirî be. Di pêşengeyêhê de berhemên hunermend Pelda Aytaş a bi navê "Anitnakiş" jî heye. Pelda, navê jinên ku hatine qetil kirin nexş kiriye û nexşê wek amûrek berxwedanê bikar aniye.    Pelda di destpêka axaftina xwe de bal kişand li ser xebata xwe û diyar kir ku wê ji platforma dîjîtal ya jinên ku hatine kuştin bi bandor bûye û got: “Mixabin êdî kuştina jinan bi daneyên statîskan tên nîşandan. Ew jî dibe sedema ji bîr kirina nav û çîrokên wan jinan. Lê hemû jinên ku hatine qetîl kirin çîrok, hêvî û daxwazên wan ji jiyanê hebû. Ji ber vê yekê di vê xebatê de min xwest ez navê jinên ku hatine kuştin nedim ji bîrkirin. Min 7’ê sibatê dest bi kar kir."    'Bi nexşê bersiva xwe ya berxwedanê dane'   Pelda destnîşan kir ku nasnameya jinê hedef tê girtin û wiha axivî: "Di lêkolînên min de, piraniya jinan ji aliyê hevjînên xwe ve hatine kuştin. Ew jî bi rastî min êşand. Hêvî û xeyal û daxwazên wan jinan hebû û ew xeyal û jiyana wan ji destê wan hatin stendin. Ji ber vê jî min cûreya nexşê bijart. Ji ber ku nexş bi hêvî û daxwazên mezin tên amade kirin. Li ser keda jinê heye û di heman demê de ji bo jinan mînakek ji bo berxwedanê ye.  Di qada hunerê de ku ked û xebata jinê tune tê hesibandin, jinan bi nexşê bersiva xwe ya berxwedanê dane."   ‘Piştî pêşengehê ez ê xebata xwe bidomînim'    Pelda got bila kuştina jinan rewa neyê dîtin û ev tişt anî ziman: “Ez ê piştî pêşengehê jî vê xebatê berdewam dikim. Bertek û têkoşîna min a li dijî kuştina jinan ew e.  Ji ber ku kujer nayên cezakirin kuştina jinan zêde dibe. Medyaya civakî kuştina jinan dixe amûrê magazîn e. Her wiha divê bertekên li dijî kuştina jinê bi rêya medyaya civakî ve bi sînor nemîne.”