Pirtûkxaneya Lîlavê ji bo 25’ê Mijdarê kampanyaya pirtukan da destpêkirin 2020-11-24 10:58:03   AMED - Pirtûkxaneya Lîlavê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja li dijî Tundiya li ser Jinê kampanyaya pirtukan da destpêkirin. Kampanya Lîlavê wê sibe jî berdewam bike.   Pirtûkxaneya Lîlavê di çarçoveya 25’ê Mijdarê Roja li dijî Tundiya li ser Jinê kampanyaya pirtukan da destpê kirin. Kampaya ji pirtûkên ku mijara wan jin e pêk tê. Kampanya ku di  ji  23’yê mijdarê de hat destpêkirin wê hata 25’ê Mijdarê berdewam bike. Têkildarî Kampanyayê xebatkara Pirtûkxaneya Lîlavê Berfîn Turan axivî.   Berfînê bal kişand ser 25’ê Mijdarê û got:" Tundî ki hemû qadê jiyanê hatiye rêxistinkirin. Dena ku em bala xwe didinê em dibîninku tundî, bi dewletbûnê hatiye destpêkirin. Dewlet ji bo ku serweriya xwe li ser civakê bide meşandin di serî de jin kiriye hedefa xwe. Ji ber ku di kesayeta jinê de civak jî tê bindestkirin. Çand û nirxên ku di destê jinê de bû jidest hatin girtin û jin ji civakê dûr xistin. Bi vî awayî tundiya, fizîkî, derûnî û zayendî hata roja îro hat meşandin.”   ‘Li dijî zîhnîyeta serdest têkoşîn divê’   Berfînê got ku jinan îro di her qadên jiyanê de bi tundiyê rûbirû dimînin û ev tişt anî ziman: “  Tundiya li ser jinê êdî tê zanîn ku pirsgirêkek civakî ye. Em wek jinên ku bingeha civakê ava dikin, divê ewilî têkoşînek ke ji hêla hişmendiyê de bidin.  Ji ber ku em qala ferasetek ku serdestiya xwe ji 5 hezar salan ve berdewam dike dikin. Li dijî vê ferasete jî bêguman têkoşînek ji hêla hişmendiyê de divê bê dayîn. Mijara tundiyê di destpêkê divê di warê fikrî de bê tunekirin. Wê demê wê ev têkoşîn jî bandora xwe li ser civakê bike. Bi vî awayî bingeha têkoşînê ji hêla fikrî de xwe pêşxistin e. Me jî vê tiştê esas girt û kamparyayek bi vê awayî da destpêkirin. Kampanyaya me wê di 25’ê Mijdarê de jî berdewam.”