Albûma ‘Xewna Giran’ a Tara Mamedova derket 2020-11-21 17:40:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Berhema bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Mamedova berhemê û klîba “Xewna Giran” jî li ser platformên dijital da belavkirin.   Berhem ango albûma bi navê “Xewna Giran” a hunermend Tara Mamedova derket. Albûm li ser platformên dîjîtal bi muzîkhezan re ye. Mamedova klîba strana “Xewna Giran” jî çêkir û li ser YouTube da parvekirin.    Mamedova di strana “Xewna Giran’’ de, behsa berxwedana dayikek beranberî tije şevereşk û tirs û xofê û geryana hêvî, hezkirin û ber bi wê ve çûyinê dike.  Ev stranên ku hatine tomarkirin bi tevayî di nava şeş mehan de, dê bigihêje muzîkhezan. Stran dê weke single û maxî sînglê di platforma dijîtal de û li firoşgehan peyda bibe.   Mamedova anî ziman ku naveroka stranên ku hilbijartiye, jiyana wê bi xwe ye. Û balê dikşîne ser bandora hunerê ya li ser manewiyata mirovî. Mamedova diyar kir ku di heman demê de ev album çîroka jinan ya ku dibêjin di van rojên ku divê mirov her gavê xwe nû bike,  li ber xwe bide, têk neçe û bikaribe bêje ez jî di vê jiyanê de cîh digrim û heme û li ser piya me ye.    Mamedova ji bilî du berhemên ku bi xwe nîvîsiye û yên gelerî, cîh daye helbestên Fêrikê Usiv,  Ebdulaziz Xeyat, İsmaîl Cûma,  Dr. Ahmet Kaya û Hekîm Sefkan jî. Mamedova da zanîn ku xebat û naveroka her stran û aranjeyê, xwedan çîrok û giraniyeke cuda ye.