Jinên Ciwan şevbûhêrka hunerê li dar xistin 2020-11-20 10:12:10   HELEB - Tevgera Jinên Ciwan a Bajarê Helebê Şevbûherka hunerê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî Tundiya li Ser Jinê li dar xistin.   Tevgera Jinên Ciwan a Bajarê Helebê bernameya Şevbûhêrka hunerê ji bo 25'ê Mijdarê Roja Têkoşîna li dijî tundya li Ser Jinê li Taxa Şêx Meqsûdê li dar xistin. Di bernameya hat lidarxistin de gelek endam û nûnerên sazî û dezgehên sivîl amade bûn. Hola ku bername lê hat lidarxistin bi wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û alên Tevgera Jinên Ciwan hat xemilandin.   Bername bi deqeyek rêzgirtina ji bo cangoriyên azadiyê dest pê kir. Paşê li ser navê Tevgera Jinên Ciwan Emîne Ebdo wiha got: "Li hember her cure tundiyê em ê têbikoşin û li gel her jinekê bisekinin. Jinan bi salan gelek êşên mezin kişandine ev êşên wan heta roja îro jî berdewam dikin. Îro jinên Rojavayê Kurdistanê li tevahî cîhanê bûn mînak û pêşengtiya her karî dikin. Em ê bi têkoşîna jinan tundiya li ser jinan rawestînin."   Paşê helbestvanên bi navê Sozdil Nebo, Sozan Dehar, Şêrîn Dawûd û Evîndar Mihemed helbestên xwe pêşkêş kirin.  Her wiha du zarokên bi navê Şêrîn Elî û Kewser Ebûd yên ku ji Efrînê ne stranên li ser Efrînê pêşkêş kirin. Ji aliyê Navenda Çand û Hunerê ya Cemîl Horo, Koma şehîd Vejîn stranên xwe pêşkêş kirin.