Şevbûhêrkeke hunerî li Til Temirê hate lidarxistin 2020-11-15 16:23:41   HESEKÊ - Komîteya Tev Çandê ya navçeya Til Temirê, bi armanca zindîkirina çandê şevbuhêrkeke hunerî li dar xist.   Di çarçoveya Pêngava "Çand ew giyan, wîjdan, bîra gelan û qêrîna wan ji bo çarenûsa wan e", Komîteya Çand û Hunerê ya navçeya Til Temirê û Komîteya Çandê ya Kantona Hesekê, şevbûhêrkeke hunerî li dar xistin.  Di şevbûhêrka ku li Meqsefa El-Xeyîmê hate lidarxistin, gelek rewşenbîr û helbesvan tevlî bûn.    Endama Komîteya Çandê ya Kantona Hesekê Efaf Hiskî axivî û wiha got: "Bi rêya van çalakiyên hunerî, çanda gelê herêmê tê zindîkirin. Serkeftina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê û lehengiya şervanên ku bi xwîna xwe ev ax avdan, derfet hîn bêtir da ku em çanda gelê vê herêmê dewlemend bikin. Zindîkirina çandê û parastina wê ji pişaftinê erkê her mirovekê/î ye."   Piştî axaftinan helbestavana biçûk Nalîn Yûnis, Ehmed Ebd EL-Reûf, Ebd EL-Xenî Xidir, Ibrahîm  El-Ehmed, helbestên derbarê dagirkeriya dewleta tirk li ser Serêkaniyê, şehîdên ku bi xwîna xwe axa welatê xwe avdan, hatin xwendin.   Şevbûhêrik bi stranên dengbêjiyên Kurdî ku ji aliyê Hunermed Alan Ehmed ve hatin gotin, bi dawî bû.