Jinên Ciwan ên Têkoşer pêşbirka wêjeyî dan destpêkirin 2020-11-10 14:07:12   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên Ciwan ên Têkoşer wê pêşbirka wêjeyî bidin destpêkirin. Pêşbirka ku wê tenê jin beşdar bibin, divê heya 30’ê mijdarê berhemên xwe bişînin.    Jinên Ciwan ên Têkoşer ên Herêma Raperînê ji bo jinan pêşbirkek wêjeyî ji bo jinên Binarê Qendîl, Qeladiz û Ranyayê li dar dixe. Derbarê mijarê de daxuyaniyek dan û banga tevlîbûna pêşbirkê kirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku bi taybetî jin dikarin bi berhemên weke, çîrok, helbest û gotar tevlî pêşbirkê bibin.    Kesên dixwazin tevlî pêşbirkê bibin dikarin heya 30’ê mlijdara 2020’an berhemên xwe pêşkêşî komîteya amadekar bikin. Divê temenê jinên tevlî pêşbirkê bibin, di navbera 16 heya 28 salî debin.   Şertên tevlîbûna pêşbirkê;   Kesên tevlî bibin, divê bi berhemên xwe re kurte jiyana xwe jî bişînin.   Pêwîste heya 30’ê mijdara 2020’an berhem amade bin.   Tê payîn merasîma xelat dayînê di 1’ê kanunan 2020’an di saet 10:00’an de li Raperîn bê lidarxistin.   Hûn dikarin bi navnîşanên xwarê berhemên xwe bişînin û peywendiyê çêkin:   email:jinenciwant@gmail.com   facebook: ????? ????? ???????   WhatsApp:07812449880   Telegram:07812449880