Şanoya Bajarê Amedê bi lîstika xwe ya nû derket pêşberî temaşevanan 2020-11-07 10:42:22   AMED - Şanoya Bajarê Amedê bi lîstika xwe ya nû ya bi navê “Hema Hema Jin Elizabeth” derket pêşberî temaşevanan.   Lîstikvanên Şanoya Bajarê Amedê li ser dika ku li semta Dîclekentê ya Amedê nû ava kirine ji pandemiyê heta niha cara yekem derketin pêşberî lîstikvanan. Derhêneriya lîstikê lîstikvana Şanoya Bajarê Amedê Berfîn Emekdar kir. Lîstika Nivîskar Dario Fo ya bi navê Hema Hema Jin lîstika mirêkê ye. Di lîstikê de pevçûnên polîtîk, hêrsa îktidarê derdikevin pêş. Nivîskar bi peyamên polîtîk ên bi hêz temaşevanan dide kenandin. Lîstik komediyeke dîrokî û drameke polîtîk e.   Şanoya Bajarê Amedê ji ber pandemiyê 80 kes girt eywana 170 kesî. Lîstik di çarçoveya tedbîrên pandemiyê hat pêşandan û temaşevanan bi eleqeyeke mezin lîstik temaşe kirin.    Spasiyê xwe pêşkeş kir   Piştî lîstik qediya şûnde lîstikvanê Şanoya Bajarê Amedê Ozcan Ateş, spasiyên xwe ji bo sazî û kesên ku ji bo cihên wan ên ku piştigirî dan wan, pêşkeş kir. Ozcan got:"Bê guman ev eywan bi keda bi sedan kesî hat avakirin. Me xwest em kesên piştgirî dane me dawetî vir bikin lê belê ji ber şerdên pandemiyê me daxwaza xwe neanî cih. Lê belê piştî şerd baş bibin em ê vê daxwaza xwe bînin cih."   Ji bo lîstik bê temaşekirin ji şanohezan re bang hat kirin.