Şanoya Bajêr a Amedê bi Lîstika 'Hema Hema Jin: Elîzabeth' tê ser dikê 2020-11-03 09:11:51   AMED - Şanoya Bajêr a Amedê piştî demekê, serdema xwe ya nû  bi lîstika “Hema Hema Jin: Elîzabeth” a nivîskarê îtalî Darîo Fo, vedike. Listikvanên şanoyê ku ji bo serdema nû bi kelecan in di 6’ê Mijdarê de bi listika nû li benda temaşevanên xwe e.   Şanoya Bajêr a Amedê ji ber pandemîyê demeke dirêj bû navber dabû kar û xebatên xwe yên li qadan. Lê li ser medyaya civakî bi qasî derfetên wê destûr dan xwe gîhand temaşevanên xwe. Şanoyê piştî ku rewş asayî bû xebatên xwe dîsa berdewam kirin û bernameya ‘hinek henek’ a skêçan li ser eknanên televîzyonê pêşkêşî temşevanan kir.  Tevî van yekan Şanoya Bajêr a Amedê bernameya xwe ya meha Mijdarê jî aşkere kir û bi lîstika “Hema Hema Jin Elîzabeth” a nivîskarê îtalî Darîo Fo, dest bi serdema xwe ya nû dike. Lîstikvanên şanoyê li ser serdema nû ku dê çi bikin nirxandin kirin.   ‘Temaşevanên me tu carî em tenê nehiştin’   Listikvan Rêzan Kaya diyar kir ku temaşevanan hêzek mezin daye wan û wiha got: “Ji ber ku cihê me yê berê têra me nedikir û cihekî piçûk bû me cihê xwe guherand. Di vî warî de temaşevanan gelek piştgirî da me. Temaşevanên me tu carî em tenê nehiştin. Bi rastî jî hêzek mezin dan me. Gava ku me înşaeta dika nû da destpêkirin pandemî derket û belav bû. Ji ber wê me jî demekê navber da xebatên xwe. Di meha Tirmehê de piştî ku şanogeran daxuyanî da û gotin ku bila dwlet kiraya eywanên şanoyê û faturayên wan bide dewletê got 'şano dikarin bên vekirin'. Derfetên ku şano kira û heqê av û ceryanê bidin tune bûn. Lê ev pirsgirêk ne tenê ya şanoyê bû bi giştî ya tevahiya civakê bû ku aloziyeke aborî hebû. Li ser vê mijarê me daxuyaniyek da. Lê piştî demekê li gel hemû astengiyan me xwest em ji cihekî dest pê bikin û bi vî awayî me bernameya xwe ya meha mijdarê bi temaşevanan xwe re parve kir. Em ê listikên xwe li cihê nû pêşkêşî temaşevanan bikin. Kapasîteya cihê me ji bo 160 kesî ye lê ji ber tevdîrên koronayê em ê  77 kesî wekî temaşevan bigirin eywanê.”   ‘Listiîka Hema Hema Jin Elîzabeth’   Rêzan bal kişand ser bernameya serdema nû û anî ziman ku serdema nû wek berê dimeşe, rojên în û şemiyê saet 19:30’ de dê bi temaşevanan re bên gel hev. Rezan got taybetiya listîka nû ew e ku li ser jinê ye û ev tişt anî ziman: “ Me amadekariya vê listikê berî pandemiyê dikir ku pêşkêşî temaşevanan bikin. Lê belê pandemî ketibû navberê. Niha jî ji ber ku em li cihên xwe yê nû perdeyê vedikin, pêwistî bi lîstikeke nû hebû. Di vê listîkê de hinekî jî jin rexnedayîna xwe didin.  Wekî li ser mijarên; Jin çima dixwazin estetîkê bikin, çima dixwazin makyajê bikin, çima dixwazin xweşik bibin, Civak li ser jinê de paranoyakek çawa çêkiriye û hwd. Her wiha di lîstikê de desthilatdarî jî tê rexnekirin.”     ‘Em ji temaşevanan qût nebûn’   Listîkvan Avşîn Adiguzel jî got “Ji ber pêvajoya pandemiyê em zûde derneketibûn ser dikê. Lê belê ligel pêvajoya pandemiyê em fikirîn ku çawa em xwe bigihînin temaşevanan. Bi vî awayî me dest bi bernameya ‘Hinek henek’ kiribû. Ango me nexwest em ji temaşevanan qût bibin. Niha jî êdî em li cihê nû bi lîstika “ Hema Hema Jin Elîzabeth” tên pêşberî temaşevanan. Di vê listîkê de rola Elîzabethê ez dilîzim. Em di rola Elîzabethê de, jinekê li hemberê hişmendiya mêr dibînin ku ji ber nerînên civakê nikarê biryarên xwe bide. Bi vî awayî jinik bêbiryar e. Hêvî dikim ku temaşevan werin. Ez  bawer im ku li gel pandemiyê jî dê temaşevan me tenê nehêlin.”   ‘Em li benda temaşevanan e’   Avşînê di dawiya axaftina xwe de got ku ew  pir bi kelecan in û ev tişt anî ziman: “Ji aliyekî de jî dixwazin ku temaşevan werin û nerînên xwe yên li ser listikan bi me re parve bikin. Em li vir hunereke bi kurdî dikin. Di aliyê çand û hunerê de jî em dixwazin zimanê kurdî bigihêje armanca xwe. Ji ber ku çanda me bi rastî jî li ser ziman pêş dikev. Em bi kelecan in û 6’ê Mijdarê li benda temaşevanan e.”