Hewl didin ku çanda tevnê zindî bihêlin 2020-11-01 09:02:20   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Li herêmê jin hîn çanda xwe ya tevnê didomînin. Dîndar Ekîncî, di bin kon de tevna xwe daniyê û hewcedariyên mala xwe pê dike. Ji bo Dîndar parastina çand girîn e. Dîndar tiştên ku ji dayika hîn bûyî niha jî hinê zarokên xwe dike.   Ligel pêşketina teknolojiyê dîsa jî li herêmê hîn tiştên ku bi dest tê çêkirin ji hêla jinan ve tê parastin. Jinên ku dixwazin kevneşopiya xwe ya keda desta bidomînin niha hewl didin ku hînê zarokên xwe bikin. Yek jî wan hunera destan tevn e û bi taybetî jinên li navçeya Hezex a Şirnexê dijîn bi tevnê re mijûl dibin. Li ser tevnê berik, xalîçe û turîkan çêdikin. Dezgeha xwe di bin konê xwe de datînin û li vir dest bi çêkirina tiştan dikin.    'Ez ji dayika xwe hîn bûme'   Dîndar Ekîncî (40), diyar kir ku kevneşopiya xwe bi her awayî didin jiyîn. Dîndar çêkirina tevnê ji pîr û dayika xwe fêr bûye û dixwaze çanda heyî diparêze. Dîndar, wiha behsa pêvajoyê kir: "Em carna benikên xwe bi xwê çêdikin û carna jî ji derve dikirin tînin. Em tevnê datînin û dest bi çêkirinê dikin. Ev tevnê ku em çêdikin dikin tûr û gelek tiştên din. Em zarokên xwe dikin tûran û didin pişta xwe û berê xwe didin zozanan. Her wiha em tûran çêdikin û didin ser pişta ker û hespan jî."   'Karê me zehmet e'    Dîndar, di axaftina xwe de bal kişand ser cureyê benikan û got: "Em her reng benikan bikar tînin. Lê belê benikê tevnê cûda ne. Lewra jî mirov nikare bi her benikê tevnê çêbike. Ev benikê ku em bikar tînin re dibêjin qeziq. Em tevnekî di nav 3 û 4 rojan de diqedînin. Çêkirina tevnan gelek zehmet e. Dema mirov çêdike sitû, pişt û destên mirov gelek diêşê."   'Ez niha hinê zarokên xwe dikim'    Dîndar, diyar kir ku divê mirov xwedî li çanda xwe derkeve û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ev çand ji dayik û pîrên me ji me re maye. Em gelek hez çanda xwe dikin. Em jin xwedî li vê çandê derdikevin. Em naxwazin ku çanda me tune bibe. Ez ji çêkirina tevnê ji dayika xwe hîn bûm û nih jî hînê zarokên xwe dikim. Em naxwazin ku çand û kevneşopiya me winda bibe. Ev nêzî 15 sal in ez tevnan çêdikin. Xeynî çêkirina tevnan ez patîk, fanîle û gelek tiştên din jî çêdikin. Ev tevnên ku ez çêdikim nafroşim. Tenê ji bo mala xwe çêdikin."