2'yemîn konferansa Tevgera Kevana Zêrîn bi dawî bû 2020-10-29 08:32:17   QAMIŞLO - Tevgera Kevana Zêrîn bi dirûşma "Bi çanda jina azad hunera şoreşê birêsin û dagirkeriyê têk bibin" 2'yemîn konferansa xwe li dar xistibûn, bi avakirina meclîs û biryarên girîng bi dawî bû.   Tevgera Kevana Zêrîn bi dirûşma "Bi çanda jina azad hunera şoreşê birêsin û dagirkeriyê têk bibin" 2'yemîn konferansa xwe li Navenda Çand û Hunera Aram Tîkran a bajarokê Rimêlanê ya girêdayî Kantona Qamişoyê bi tevlîbûna 150 delegeyên jin li dar xistibûn, bi avakirina meclîs û biryarên girîng bi dawî bû.    Piştî xwendina rapora du salan, nîqaş li ser kar û xebatên Tevgera Kevana Zêrîn hate kirin. Paşê rêziknameya Tevgera Kevana Zêrîn ji aliyê Endama Komelaya Jina Rewşenbîr Ahîn Mihemed ve hate xwendin û rêzikname ji aliyê delegeyan ve hate erêkirin. Paşê biryarên girîng di konferansê de hatin girtin.   Biryar wiha ne:   *Berpirsiyartiya yekem a Tevgera Kevana Zêrîn, fikir û ramanê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi rêya çand, wêje û hunerê gihandina gelan û belavkirin e.   *Li hemberî komploya navneteweyî hewildan û rûxandina pergala Îmralîyê hemû komîte û beşên çand û hunerê ya Tevgera Kevana Zêrîn, tekoşîna azadiya Rêber Apo weke mijara sereke bingeh digire.   *Tevgera Kevana Zêrîn, li hember qirkirina çandî û civakîyê modernîteya kapîtalîst têdikoşe.   *Vekirina navenda Kevana Zêrîn li Kantona Hesekê.   *Di hemû navendan de, ji bo tomarkirina arşîva şehîdên çand û hunerê û wergerandina wan bi cureyên hunerî û wêjeyî kar û xebatên taybet bên meşandin.   *Ji bo girêdana ax û welat pêş bikeve, vegera welat çêbe, xebatên çandî, hunerî û saziyên çand û hunerê pêşengtiyê dike.   Paşê 42 jin ji bo avakirina 5 meclîsên Tevgera Kevana Zêrîn li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin pêşniyarkirin.   'Divê em xwedî li çanda xwe ya resen derkevin'   Axaftina girtinê ya konferansê ji aliyê Koordînasyona Tevgera Kevana Zêrîn Rûha Qamişlo ve hate kirin. Rûha wiha got: "Em konferansa 2’yemîn a Tevgera Kevana Zêrîn li hemû jinan pîroz dikin. Pîvana pêşketina her civakê jin e, em li vê derê civakeke nû diafirînin, em wek jin pêwîst e li erka xwe, wedî derkevin. Pêwîst e em cihê xwe di nava hemû çandê de bigirin û ji bo şoreşa xwe tev bigerin. Ev konfrans ji bo me hemûyan weke rexnedayineke pêwîst e em kêmaniyên xwe derbas bikin û xwedî li çanda xwe ya resen derkevin. Hemû çavên cîhanê li ser çand û hunera me ya jinê ye, bi vê berpirsiyartiyê divê em asta têkoşîna xwe hîn mezintir bikin."