‘Jin tu carî ji wêjeyê qut nebûye’ 2020-10-27 09:03:11   AMED - Nivîskar Sultan Yaray destnîşan kir ku jin ji dîrokê vir de tu carî ji wêjeyê qût nebûye û got: “Jin di wêjeyê de kedekî mezin dane. Lê mixabin gelek jinên kurd ên ku di dîrokê de cih girtine ji ber hişmendiya baviksalariyê nehatine dîtin. Lê jin her tim di nav têkoşînekê de bû ne."   Wêjeya kurdî, yek ji qadekî ji bo serencama jiyana Gelê Kurd, çand û hunerê bingehek herî pêşber e. Lê wekî her qadên çand û hunerê wêjeya kurdî jî ji bo hebûna xwe hertim di nav têkoşînek de bûye. Her wiha hin têgehên di wêjeya kurdî, nehiştiye keda jinê di wêjeyê de bê xuya kirin. Bi wî awayî jin hertin li dijî têgehên zayendperest hebûna xwe ya di wêjeyê de parastiye û hest, êş, fikr û ramanên xwe di wêjeyê de vehunandiye. Nivîskar Sultan Yaray derbarê wêjeyê kurdî û di wê qadê de cihê jinê de ji ajansa me re axivî.   Sultan bal kişand li ser pêvajoya wêjeya kurdî û got: “Wêjeya kurdî ku yek ji qadekî herî têkoşer e bi devkî hatiye destpêkirin. Heya serdema helbestên klasik jî bi devkî hatiye berdewam kirin. Ji helbestên klasîk jî bi Ereb Şemo û Celadet Elî Bedirxan ve derbasê wêjeya nûjen bûne.  Ev nêzî 100 sal e bi wêjeya nûjen re didomînin. Di wêjeya kurdî de bêhtir li ser mijarên hezkirina welat, netewperwerî, evîn û êş de tê sekinandin.”   ‘Berhem pir in lê xwedî derketin nîne’   Sultan destnîşan kir ku di wêjeya kurdî de gelek berhem hene lê xwedî derketin lawaz dimîne. Sultan got li berheman re bi çavekî bazirganî tê nerîn û ev tiştê anî ziman: “Ji bo ku di wêjeyê de berhem mayînde bimîne pêdiviya nîvîsandinek xurt heye. Gava em îro dinêrin derfetên ji bo nivisandinê ne wek berê ye. Xwendin û nivîsandin li gorî demên borî hin zêdetir pêş çûye. Lê mixabin di weşanxaneyan de jî nerînek bazirganî heye, bi hestekî neteweyî nêz nabin. Berhem ji hev qût in, her wiha di nav nivîskarên kurd de jî yekitiyek ava nebûye. Her wiha di wê warê de siyasetmedar û rewşenbîrên me jî rolekê girîng digirin. Her tim ji dewlemendiya wêjeya kurdî û zimanê kurdî tê qal kirin lê belê ji bilî rojên taybet siyasetmedar û rewşenbîrên me xwedî li zimanê kurdî dernakevin. Mixabin kesên ku civakê rê pêşengtî dikin û birêve dibin xwedî li zimanê dernakevin û bi wî awayî zimanê kurdî yê paşve dihêlin.”   ‘Jin tu carî ji wêjeyê qût nebûye’   Sultan bal kişand li ser rol û misyona jinê a di wêjeyê de û wiha bi lêv kir: “Di dîrokê de dibe ku berhemên wan ên niviskî tune bin. Lê hatiye lêkolîn kirin ku nêzî 4 hezar û 300 sal berê yekemîn helbest ji hêla jinê ve hatiye nivîsin. Jin kedekî mezin dane. Lê mixabin gelek jinên kurd ên ku di dîrokê de cih girtine ji ber hişmendiya 5 hezar sal in a baviksalariyê nehatiye dîtin. kirin. Di vê şêweyê de jin hertim di têkoşînek de bûye. Em keda mêrê ya di wêjeyê de bin pê nakin lê divê baş bê zanîn ku jin jî bi hespê xwe di her qadên jiyanê de bezandiye.”   ‘Êdî jin ji xwebûnê hay bûne’   Sultan got di serdema helbestên klasîk de nêzî 16 jinên kurd helbest û stran gotin e û wiha berdewam kir: “Di vê serecamê de berhemên jin hatine tomar kirin û jina vê serdemê bi awaz, hîs û bi helbestên xwe wêjeya kurdî re ked dane. Lê dema em diniherin pir kêm kes dizanin ku jin di serdema klasîk de hene. Bêhtir keda mêr derketiye pêş. Lê gava em îro dinihêrin jin gelek qaliban şikandiye. Êdî jin ji xwebûnê hay bûne. Ew jî ji bo niviskarên jin hêvî dide. Ji bo jin di wêjeyê de cihê ku heq dike bidest bixe divê zêdetir binivîse. Bi pênûsek azad berheman biafirînin û pêşkêşî civakê bikin.”   ‘Di wêjeyê de ziman’   Sultan bal kişand di wêjeyê de zimanê jinê û diyar kir ku jin di wêjeyê de li gorî mêran bêhtir baldar tevdigerin û wiha axivî: “Zimanê jinan di wêjeyê de zimanekî bi xwezayî û nerm e. Di zimanê wê de tundî cih nagire. Şûna wê de nerazîbûnên li ser tundiyê cih digire. Li gorî mêran bi zimanekî baldar tevdigerin. Mêr bêhtir serbest û bêtirs tevdigerin. Ji ber ku ev pergalê ew birêve dibin. Ji bo ku ew serdestiya xwe ya 5 hezar salî xirab nebe di nav xwe de hevgirtinan pêk tînin”   ‘Piraniya jinên ku kurdî dinivîsin neçûne dibistanê’   Sultan diyar kir ku piraniya jinên ku kurdî dinivîsin neçûne dibistanên fermî û got: “Jinên ku neçûne dibistanan, bi xwendina rojname û kovaran hewil dane û xwe fêrî nivisandin û xwendina kurdî kirine. Ji xwe re dem veqetandine û bi wî awayî berheman afirandine. Ev nîşan dide ku dema jin hay ji xwebûniyê hebe dikare binivîsine, biafirîne, hilbêrîne û birêve bike.”