3'yemîn Mîhrîcana Sema ya li Şehbayê bi dawî bû 2020-10-27 08:42:55   ŞEHBA - Bi dirûşma "Welat yek e, çand rengîn in em yek dest bin" 3'yemîn Mîhrîcana Sema a govendên gelêrî li kampa Berxwedan a Şehbayê bi dawî bû.   Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Efrînê bi dirûşma "Welat yek e çand rengîn in em yek dest bin" 3'yemîn Mîhrîcana Sema ya govendên gelêrî di 25'ê Cotmehê dest pê kiribû, bi xelatkirina komên govendê bi dawî bû. Mîhrîcan bi tevlîbûna şêniyên Efrîn, Şehba, sazî û dezgehên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk  li kampa Berxwedanê li Şehbayê pêk hat.   Komîteya nirxandinê ya mîhrîcanê hat avakirin û kesên ku tevlî komîteyê bûne hunermend Niyazî Sîdo ya ji Efrînê, Rêveberiya Govendê ya herêma Firatê Barîn Reşo, Rêveberiya Govendê ya Kantona Kobanî Silava Mehmûd, Rêveberiya Navenda Çand û Huner ya kantona Kobanî Osman Elî û Rêveberiya Govendê ya bajarê Helebê Mustafa Hesen.   Paşê Koma Rojava ya navenda ciwanên şoreşger ya Helebê, Koma Şehîd Ronahî ya xweser a kampa Berxwedan, Koma Stêrkên Efrînê ya navenda çand û hunerê ya Helebê, Koma Çiyayê Hewar a Efrînê, Koma Şehîd Dilşêr a navenda çand û hunerê ya Kantona Şehbayê, Koma Deşta Cûmê ya Xweser a Efrînê, Koma Zozan a Navenda Çand û Hunera Helebê, Koma Şehîd Viyan Soran a Kevana Zêrîn a Efrînê, Koma Şehîd Ronahî ya Navenda Çand û Hunerê ya Helebê, Koma Çiyayê Kurmênc a Efrînê û Koma Kevneşopî ya çiyayê kurmênc ya Efrînê govendên kurdî û folklorî pêşkêş kirin.   Paşê ji aliyê Tevgera Çand û Huner û Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê ve tevahî komên ku govendên xwe pêşkêş kirine, hatin xelatkirin. Endamê Komîteya Nirxandinê û Rêveberiya Navenda Çand û Huner ya Kantona Kobanî, Osman Elî axivî û wiha got: "Em keda ku ji bo Mîhrîcana Sema hat dayîn, pîroz dikin. Em ê xwedî li çand û hebûna xwe derkevin."   Herî dawî ji aliyê komîteya nirxandinê ve navê 3 komên ku di mîhrîcanê de bi ser ketine eşkere kirin, ya ku di asta sêyemîn de bi ser ketî Koma Deştê Cûmê ya xweser ya Efrînê, asta duyemîn koma Çiyayê Hewarê ya Efrînê û asta yekemîn Koma Çiyayê Kurmênc ya herêma Efrînê bi ser ketin û hatin xelatkirin.