'Li dijî qedexeyan xwedî li şanogeriya bi kurdî derkevin' 2020-10-24 09:04:45   Dîlan Korhan   MEXMÛR - Endama Koma Şanoya Hêvî Yekta Ronahî Herekol, diyar kir ku bi qedexeyan dixwazin zimanê kurdî ji holê rakin û got: "Li dijî qedexeyên lîstîkên bi kurdî divê şanoger û ciwan xwedî li şanogeriya bi kurdî derkevin."    Şanoya Bajar a Şaredariya Bajarê Mezin a Stenbolê (ÎBB), di 21’ê îlonê de, ji bo şanoyên taybet ku di pêvajoya vîrûsa koronayê de rojên zehmet derbas kiribûn, biryar dabû ku di serdema xwe ya nû de cih bide 50 lîstikan. Yek ji van lîstikan Lîstika Bêrû ya Koma Şanoyê ya Teatra Jîyana Nû  ya Navenda Çandê ya Mezopotamyayê (MKM) bû ku ji aliyê nivîskarê lîstikan Daîro Fo ve hatiye nivîsandin. Lê dema ku çend saet lîstikê re mabû, lîstik ji aliyê Qaymeqamiya Gazîosmanpaşayê ve bi hinceta “ewlehî” hat qedexekirin.    Roja ewil lîstikvanên Lîstika Bêrû bertek nîşanî qedexekirina lîstika xwe dan û gotin ku hinceta qedexeyê bêtemûliya li hemberî çand, huner û zimanê kurdî ye. Bertek û nerazîbûnên li hemberî qedexeyê her roja ku derbas bû zêdetir bû. Lîstikvana şanoyê ya Koma Hêvî Yekta Ronahî Herekol, li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi şanogeriyê dike, bertek nîşanî qedexeyê da û banga xwedî li derketina şanogeriya bi kurdî kir.    Ronahî, di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser qedexeyên ser ziman û got: "Ez qedexeya li ser şanoya kurdî hatî kirin şermezardikim. Bi rastî tiştek wisa ne ji rêzêye û nayê qebûlkirin."   'Qedexeya şanogeriya bi kurdî nayê qebûlkirin'   Ronahî diyar kir ku şano ji bo kurdan qadek girîng e û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Di nava civaka kurdan de şano cihekî xwe yê gelek girîng heye ji ber di dîroka me kurdan gelek êş û zorî hene. Dewleta tirk li bakurê Kurdistanê zimanê kurdî qedexe kiriye. Êdî nahelin ku bi zimanê kurdî şanogerî bê kirin. Kurd bi rêya şanoyê dixwazin xwe îfade bikin lê rê li ber vê jî hat girtin. Ji ber ku her lîstîkek di nava mejiyê civakê de gelek tiştan dide avakirin, li dijî vê yekê qedexe tê kirin. Qedexekirina şanoya bi kurdî nayê qebûlkirin û ji ber ku şanogeriya bi kurdî mafekî xwezayî ye."   'Xwedî li ziman û şanogeriyê derkevin'   Ronahî, di axaftina xwe de banga xwedî li derketina şanoya bi kurdî kir û wiha bi lêv kir: "Divê em li dijî qedexeya li ser şanoya kurdî bêtir xwedî li zimanê xwe derkevin. Em li dijî polîtîkayên bişaftinê ya li ser ziman vala derxin. Lê divê bê zanîn ku şanogerên kurd li gel qedexe û zehmetiyan dê şanogertiya xwe bidomînin. Her wiha divê hemû şanogerên kurd û ciwanên kurd xwedî kurdî û şanogeriya bi kurdî derkevin."