'Em ê şanogeriya bi kurdî berdewam bikin' 2020-10-19 09:07:04   WAN - Şanogera kurd Perînaz Delazî, diyar kir ku li Tirkiyeyê dewlet cudakariyê dike nabera welatiyên kurd û tirk, ji ber wê di warê xebatên hunerî de jî hunermendên kurd tên astengkirin û bi awayê azad nikrin xebatên xwe bidin meşandin.    Lîstka şanoyê ya ji aliyê Darîo Fo ve hat nivîsandin, ji alyê Teatra Jiyana Nû bi navê "Bêrû" wergerî kurdî hat kirin. Beriya ku lîstik li ser dika şanoyê ya Gazîosmanpaşa ya Stenboê bê nîşandan bi demeke kurt Qeymeqamê Gazîosmanpaşayê lîstik hat qedexekirin û nehat hiştin ku bê pêşandan. Lîstikvana şanoyê Perînaz Delazî ya ku li Wanê di Şanoya Mencelê de bi kurdî şanogeriyê dike, diyar kir ku ew tu wateyê nadin qedexekirina lîstika şanoyê ya bi kurdî ku hat qedexekirin û anî ziman ku ew ê şanogeriya bi kurdî berdewam bikin.     'Bîletên lîstika Bêrû berî bi rojan hatin firotin'   Perînazê got ku li tevahiya cîhanê ji bo ku zerara ji ber pandemiyê gihîştiye hunerê ji holê rakirin qanûn tên derxistin, lê Tirkiye di vî warî de bê alternatîf maye. Perînazê wiha axafitna xwe berdewam kir, "Cara yekê wê Şaredariya Stenbolê ya Bajarê Mezin listika bi kurdî bi awayê fermî bida pêşandan. Tişta ku bi salan nehatibû kirin dê vê carê bihata kirin. Li metrepola ku zêdetirî 6 milyon kurd lê dijîn û bi gelek zimanan şanogerî tê kirin, dema mijar dibe kurdî pirsgirêk tên derxistin. Ji bo şaredariyeke ku xwedî paşerojeke bi 106 salan e û cara yekê bernameyeke bi kurdî tê çêkirin şermeke pir mezin e. Lê ji bo me gaveke erênî bû. Ji ber ku bi derengî jî be wateyeke wê hebû. Bi qasî ku min şopand bilêtên tu lîstikê hemû nehatibûn firotin, lê bilêtên lîstika "Bêrû" ji zû ve qediyabûn. Ev jî tê wateya ku çiqa pêdivî pê heye."   'Armanc ne qedexekirina şanoyê qedexekirina kurdî ye'   Perînazê anî ziman ku ji bo şanoyên taybet li ser piyan bimînin di nava hewldanan de ne, lê şanogerên kurd mecbûr dimînin ku bêhtir hewl bidin.  Perînazê di berdewamiyê de wiha got, "Li gel vê pirsgirêka me ya hatina gel hev a bi temaşevanan re jî heye.  Tirkî gelek rehet dikare bê bikaranîn.  Lê dema bi kurdî be dibêjin tiştek di vê lîstikê de heye. Wekî bi her zimanî huner tê kirin dikare bi kurdî jî bê kirin. Lê ji ber polîtîkayên li Tirkiyeyê ev nikare bê kirin .Em mecbûr dimînin ku bibêjin em şanoger in.  Em jî şanogeriyê dikin lê bi kurdî dikin. Ji ber ku em bi kurdî şanogeriyê dikin çavên her kesî li ser me ne. Armanc ne qedexekirina şanoyê qedexekirina kurdî ye. "   'Li ser vê axê bi milyonan kurd hene'   Perînazê got ku di salên 90'î de jî gelek saziyên çand û hunerê bi zextên dewletê re rûbirû diman, îro jî heman zext berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe, "Dema listikek bi Îtalî, fransî bê lîstîn tu pirsgirêk dernayê lê dema ku bi kurd bê pêşandan polîs û leşker qada ku lîstik lê tê lîstin dorpêç dikin. Li ser vê axê bi milyonan kurd hene û bi milyonan jî divê temaşevan hebin.  Em di lîstikên ku li saziyên dewletê tên lîstin de gelek caran bi vê rewşê re rûbirû dimînin."   'Zamanên cuda nabin sedema zextê'   Perînazê diyar kir ku zextên li dijî çanda kurdî berdewam dikin û ev tişt got, "Li ser vê axê di navbera kurd û tirkan de cudakariyeke mezin tê kirin. Ji ber vê ye ku di navbera şanogeriya bi kurdî û tirkî de jî cudakarî tê kirin. Ger ku min îro bi tirkî şanogerî bikira zext li min nedihat kirin û lîstika min nedihat qedexekirin. Zimanên cuda nabin sedema zextê. Qedexekirina şanoya bi kurd nayê qebûlkirin."    'Em her li ser dikê bin'   Perînazê got qedexekirina şanoya bi kurdî mirov dikare wekî mijareke qerfê pênase bikin, em ê jî bi lîstikên qerfê bersivê bidin wan û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Piştî ku lîstika bêrû qedexe kirin, em jî bi şanogerên kurd re hatin gel hev û em li qadeke azad bi bernameyeke di televîzyonê de ya qerfî ya bi navê "Hinek Henek" bi temaşevanan re hat rû hev. Ew çiqas qedexe dikin bila bikin em ê şanogeriya bi kurdî bidomînin."