1'emîn Mîhrîcana Amara bi bernameya xelat dayînê bi dawî bû 2020-10-18 16:06:51   ŞEHBA - 1'emîn Mîhrîcana Amara ya çandî, wêjeyî û werzîşî ku li Şehbayê hatibû lidarxistin di roja xwe ya sêyem de bi xelatkirina endamên mîhrîcanê bi dawî bû.   Mîhrîcana Amara ya Şehbayê ku ji aliyê Tevgera Çand û Hunerê û Tevgera Ciwanên  Şoreşger a Herêma Efrînê ve di 16'ê cotmeha 2020'an dest pê kiribû, îro jî bi dawî bû.  Mîhrîcan bi beşdarbûna hemû endamên dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Jina Azad a Şehbayê, Tevgera çand û Huner a Herêma Efrînê, Tevgera Jinên Ciwan û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê, Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê, Partiya Pêşerojê ya Sûriyeyê, Partiya Koalîsyona Demokratîk, Yekîtiya Rewşenbîrên Efrînê û gelê Şehbayê pêk hat. Mîhrîcan li navenda Çand û Huner a navçeyê Ehdes a Kantona Şehbayê pêk hat. Mîhrîcan di roja xwe ya sêyemîn de bi dawî bû.    Piştî deqeyeke rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, ser navê Meclîsa Kantona Şehbayê Cuma Kelo axivî û got: "Çand ew çeka ku parastina nifşên pêşerojê dike, ji bo vê jî divê civak patastina çand weke erkek sereke bibîne."   Paşê Rêveberiya Meclîsa Malbetên Şehîdan a Herêma Efrînê Rebîa Weqas Mîrîcana Amara li tevahî pêkhatên Şehbayê pîroz kir û wiha axivî: "Gelê şoreşger ya ku di dîrokê de hewil daye bi rengê çanda xwe bijî, wê tu caran dev ji çanda xwe bernadin."   Her wiha Rêveberiya Meclîsa Jina Azad a Şehnayê Sebah El- Nasêr jî wiha bi lêv kir: "Jinên Şehbayê ku her ji aliyê civaka xwe ve rastî kevneperestiyan hatiye rola wê di mîhrîcana Amara de gav avêtin û guhariyeke mezin bi xwe re anî."   Piştî axaftinan stran ji aliyê Hunermend Cuma Reşo û Koma Awazê Şehba hatin pêşkêşkirin.   Her wiha Koma Şehîd Dilşêr Kefer Nasêh a guvendê derketin ser dikê, piştre lîstîka şanoyê ya bi navê "Tekez em ê bi ser kevin" hat pêşkêşkirin û her wiha Koma Şehîd Xebat a Stranan û Koma Şehîd Axîn Zîlan a govendê derketin ser dikê. Her wiha di mîhrîcanê de panêlek ser helbestan hat lidarxistin.   Komên ku tevlî mîhrîcanê bûne ji aliyê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Herêma Efrînê, Desteya Ciwanên Werzîşê a herêma Efrînê û Tevgera Çand û Huner a Herêma Efrînê ve hatin xelatkirin.   Di dawiyê de Hevseroka Desteya Ciwanên û Werzîşê a Kantona Şehbayê Mihemed Wêsî axivî û bal kişand ser bandora 1'emîn Mîhrîcana Amarayê ya li ser gel.