Li atolyeya peykerê terapiya bi hunerê re 2020-10-17 09:01:37   AMED - Nazli Çîçek Tut 5 sal in di atolyeya hunerê de dixebite û li atolyeyê gelek berhemên balkêş tên çêkirin. Kesên ku tevlî xebatên atolyeyê dibin jî li vir xwe di beşekî hunerê de pêş dixin.    Nazli Çîçek Tut li semta Ofîsê ya naçeya Yenîşehîra Amedê 5 sal beriya niha atolyeyek vekir. Atolye bûye cihê hunerhezan û gelek kes tên li vir û hinê karekî dibin. Di atolyeyê de gelek berhemên cuda tên çêkirin û kesên ku tên li vir jî atolyeyê wekî cihê terapiyê dibînin. Nazli ji ajansa me re behsa xebatên atolyeyê kir. l   Nazli, diyar kir ku atolye 5 sal beriya niha hatiye vekirin û got: "Min û hevjînê xwe bi hev re atolye vekir. Di destpêkê de ji bo xebatê me atolye vekir û piştre me li atolyeyê guhertinan kir. Atolyeya ji şexsîbunê derket û bû cihê hunerhezan. Kesên ku dixwezin bixebitin tên li vir. Her wiha ji bo debarê jî me li vir berhemên dekoratîf jî firotin. Ev atolye ji bo me bû cihekî bi qîmet. Piştî demek me li vir dest bi perwerdeyê kir."   ‘Atolye li ser hilbêrînê ye'    Nazli, di axaftina xwe de bal kişand ser xebatên ku di atolyeyê de tên kirin û wiha axivî: "Em di atolyeyê de perwerdeyên peyker, axşeb, maskeyê didin. Me bi çend xwendevanan dest bi perwerdeyan kir. Her roja ku derbas bû eleqeya li hemberî atolyeyê zêde bû. Êdî bêtir mirov tên li atolyeyê. Atolyeya me li ser hilberînê ye. Armanc ne tenê aborî ye. Em dixwazin her kes li vir bêhn xwe vede û xwe baş hisbîkin."    'Me li dijî vîrûsê tedbîr girtî ye'   Nazlî diyar kir ku di dema pandemiyê de navber dabûn xebatên xwe û wiha nêrînê xwe anî ziman: "Pêşiya pandemiyê karê me gelek baş bû lê bi pandemiyê re pêvajoya karantinayê hat destpêkirin. Lê bi dest pê kirina pêvajoya asayîbûnê me dîsa karê xwe domand. Me li atolyayê tedbîrên pêwist girt û em xebatên xwe qelebalix nakin, bi maskê û kom bi kom xebatên xwe dikin."   ‘Hilbêrîn xerca xwezaya jinê ye’   Eylem Esen li atolyeyê li ser axşebê nexşên beybûnê çêdike û wiha behsa karê xwe kir: "Ceribandinên min ên bi wî awayî tunebûn. Lewra min xwest dest bi wî kursê bikim. Sedema hatina min a vê kursê ji bo xwesteka hilbêrînê bû. Ji xwe jin di her qadên jiyanê de bi hilbêrîna ve hebûna xwe dide nîşandan. Hilbêrîn xerca xwezayê jinê ye. Ji bo ku ez stresa karê li ser xwe bavêjim min dest bi vê xebatê kir."   'Bi hunerê şekl didim jiyana xwe'   Medîha Akyildiz tevlî xebatên atolyeyê dibe wiha nêrînê xwe anî ziman: "Ez li ser karê rolyef dixebitim. Ez demek dirêj e wêneyan çêdikim. Min xwest bi xebatên cuda şeklek bidim jiyana xwe."   ‘Ji bo min wek terapî ye’   Merve Akyildiz jî di axaftina xwe de bal kişand ser atolyeyê û wiha got: "Atolye ji bo min wekê terapî yê. Ez li vir maskeyan çêdikim. Berê jî min peyker çêdikirin. Di Amed ji hêl hunerê ve bajarekî pir dewlemend e. Ez ji Manîsayê hatim lê Manîsa ne wekî Amedê di hêla hûnerê de dewlemend e."