1'emîn Mîhrîcana Amara ya çandî li Şehbayê dest pê kir 2020-10-16 16:57:35   ŞEHBA - Bi dirûşmeya "Zanebûyîn, veguhartin, xweşikbûyîn"  1'emîn Mîhrîcana Amara a Şehbayê li Kantona Şehbayê dest pê kir.   Tevgera Çand û Huner a Kantona Şehbayê û Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Şehbayê bi armanca danasîn û vejînkirina çanda herêmê ya ku ji aliyê komên çeteyan ve hatibû binpêkirin, dirûşmeya "Zanebûyîn, veguhartin, xweşikbûyîn" 1'emîn Mîhrîcana Amara ya çandî li hola navenda Çand û Huner a navçeyê Ehdes ya Kantona Şehbayê dest pê kir. Di Mîhrîcana Amara de hemû sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser, Meclîsa Kantona Efrînê, Meclîsa Kantona  Şehbayê, pêkhateyên ereb, turkmen, kurd, Tevgera Çand û Huner a Kantona Şehba û Efrîn, Meclîsa Sûriya Demokratîk û Partiya Tehelof Netewiya Demokratîk, beşdar bûn.   Hola mîhrîcanê bi wêneyên cangoriyên azadiyê û pankartên bi nivîsa "Bi hunerê em ê tiştê ku kapîtalîzim xerab kiriye vejîn bikin", "Sibe dê tarîtî rabe û jin wê bi rengê xwezayê bixemile" hatibû xemilandin. Piştî deqeyek rêzgirtin ji bo pakrewanên azadiyê, Hevseroka Meclîsa Kantona Şehbayê Wefe Hûsên axaftina vekirinê kir. Wefe di axaftina xwe de Mîhrîcana Amara pîroz kir û got: "Destkeftiyên ku îro gelê herêmê bi dest dixe bi saya şehîdan e. Ev mîhrîcan dê asta berxwedana ku ji bo parastina çanda me hatiye kirin ji her kesî re nîşan bide."   Paşê Hevseroka Tevgera Çand û Huner a herêma Efrînê Medya Hemdik jî wiha got: "Çand yek ji amûrên danasîna netewan e û weke kevneşopiyeke kevnare ku bi nifşan re hatiye parastin. Da ku mirov karibe bi netewa xwe jiyan bike divê çanda xwe biparêze. Li darxistina vê mîhrîcanê jî îsbata parastina çanda Şehbayê ye." Her wiha Hevseroka Meclîsa herêma Efrînê  Şîraz Hemo yekemîn mîhrîcana Amara ya Şehbayê li tevahî gelên amade pîroz kir û wiha pê de çû: "Gelê Kantona Şehbayê tevî êrîşên li ser herêmê û hewildana tunekirina nasnamê ji aliyê dewleta tirk û hevkarên wê ve bi berxwedana xwe gav avêt û mohra xwe li dîrokê da."   Piştire Rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Kantona Şehbayê Adêl Feraşîn jî wiha got: "Tevî rewşa heyî û hewildana tunekirin, qirkirin, binpêkirin û rakirina nasnemeya herêmê, gelê ku li Şehbayê dijî daxaza pêkanîna projeya Netewa Demokratîk dike."   Piştî axaftinê koma helbestan a bi navê Şehîd Rojbîn Ereb, koma stranên erebî ya bi navê Şehîd Cewad Kefer Neye hat pêşkêşkirin.   Di derbarê mîhrîcanê de Tevgera Ciwanên Şoreşger a bajarê Helebê bi riya pêşkêşkirina guvendên gelêrî a koma Rojava spasiya Tevgera Çand û Huner a Kantona Şehbayê kir.   Her wiha stranên Tirkmanî ji aliyê koma Şehîd Rêzan Tirkmanî ve û fîlmek sînema bi nave Cêwaziyên jiyana azad  hatin pêşkêşkirin.   Mîhrîcana Amara bi koma stranan a bi navê Awazê Şehba di roja xwe ya yekem de bi dawî bû.   Hêjayî gotinêye ku di Mîhrîcana Amarayê de dê xwerinên gelêrî, entîka û wênesazî werin pêşkêş kirin.