Li hemberî tundiyê projeya Şanoya Karantîna û Zindan 2020-10-16 09:10:59   Medya Uren   AMED - Derhênera li Londrayê dîmîne Bariş Celiloglu di pêvajoya karantînayê de zêdebûna tundiya di hindirê malê de û bi giştî ku li ser jinê tê kirin kir mijar û projeya şanoya bi rêya dîjîtalê a bi navê “Karantîna û zindan” da destpêkirin.   Her ku diçe li Tirkiyê tundî û pirsgirêkên navmalbatî zêde dibin. Li gel zêdebûna van bûyera îqdîar bi polîtîkayên ku pêş dixe dixwaze ev bûyer ji rêzê bên dîtinê. Bi taybet jî di pêvajoya karantînayê de ev her ku diçe zêde dibe. Jinan li hemberî vê tundiyê çalekiyên cur bi cur li darxistin û çalakiyên xwe berdeam dikin. Derhêner Bariş Celiloglu jî bi projeya xwe ya şanoyê re piştgirî da van çalekiyan. Barişê li ser zêdebûna tundiyê ya li ser jinê û ya nava malbatê projeya şanoya li ser dîjîtalê ya bi navê “Lockedown Locked İn (Karantina û Zindan)"  da destpêkirin.   Bariş Celiloglu jineke lîstokvan û derhênerek serkeftî ye ku ji gelek projeyên serkeftî re derhênerî û lîstikvanî kiriye. Herwiha 24 sal in li Ingîlistanê xebatên şanoyê dike.  Bi zimanên inglîzî û tirkî jî lîstikên şano dide pêşandan. Herî dawî jî di binesaziya koma şanoyê ya bi navê Theatre East N Bullê ku demezrînera wê ye de projeya şanoya bi rêya dîjîtalê da destpêkirin. Bariş Celiloglu derbarê pêşxistina projeye û mijara wê de ji ajansa me re axivî   ‘Min ji hemû saziyên jinan agahî girt’   Barişê berî ku projeya xwe pêş bixe li gelek welatên weke Ingîlistan, Yunanistan, Spanya û Rusyayê bi rêxistinên jinan re hevpeyvînê dike. Barışê bi lêkolîna dike digihêje wê encamê ku li hemû deverên cîihanê tundiya li ser jinê zêde bûye. Bi taybet di pêvajoya şewba koronoyê û karantînayê de jî ev hîn zêde bûye.  Barişê ji ber vê sedemê biryara şanoya bi rêya dîjîtalê  bide pêşandan dide. Barişê wiha qala karê ku dike kir: “Li gorî min ev qetlîamên tên kirin pirsgirêka herî mezin a civakê ne ku divê em bikevin ferqa meznahiya wê pirsgirêkê. Em jî weke derhêner û şanogerên jin neçarin ku van yekan vebêjin. Me ji meha Nîsanê ve dest bi kar kir. Tirkiye di nav de ji gelek welatan lîstikvan ji bo bi awayê dildar tevli projeye bibin li cem me cih girtin. Me lêkolîn kir, pêvajoya nivîsê ji bi qasî 2 mehan berdewam kir. Me li ser zoomê prova pêkanî û herî dawî jî em montajê dikin. Di dawiya meha cotmehê de jî wê ji bo pêşkêşkirinê lîstika me amade be.”   ‘Êdî mêrên destdirêjî dikin û kujer tên teşhîrkirin’   Barişê bal kişand  ser zêdebûna tundiya li ser jinê û wiha got: “Tundiya li ser jinê hertim hebû. Lê di demên dawî de xwerêxistinkirina jinan bû sedem ku ev tundî bê teşhîrkirin ku were bihîstin. Êdî mêrên destdirêjiyê dikin û kujer tên teşhîr kirin. Li gorî min dîmenên ku îro em dibînin hêza jinê ji eşkere dikin. Êdî jin bi hêz in û dest bi dest mafê xwe diparêzin. Bê guman ji bo dengê jinan bilind bibe medyaya civakî û çapemenî serkeftî ne. Li rexmî denge jinê jî hîna pergala heyî dixwaze jinan bêdeng bike û buyerên pêk tên ser wan binixumîne. Em dibînin ku li Tirkiyeyê daraz jî li pişta van êrîşkar û kujeran e. Bêcetahiştina wan û bi hinceta rewşa baş serbestberdana wan êdî li Tirkiyeyê buye model. Mêrê van tiştên qirêj dike hêza xwe ji darazê digirie û dibêje  ‘ji xwe ez ceza nagirim’ û her tiştî dike. Di vî warî de hovîtiyeke bê sînor heye.”   ‘Peymana Stenbolê divê were pêkanîn’   Barişê got ku pêwîste em bi taybet jî balê bikişînin ser peymana Stenbolê a ku niha vekişandina wê hatiye taloqkirine û wiha got: “Li tevahiya cîhanê pirsgirêka sereke qetilkirina jina ye û sîstematîk bûye. Weke ku me berê jî qal kir qanûn û dezgehên hiqûê jî li Tirkiyeyê li pişt kesên destdirêjî dikin û kujeran e û wan diparêzin. Ji ber vê rewşê Peymana Stenbolê girîng e. Taloqkirina peymanê jî sucê mirovahiyê ye. Ji bo jiyana jin û zarokan, ji bo bi dawîbûna pirsgirêkên di nav malbatê de bên çareserkirin pêwîstî bi vê peymanê heye.”   Barişê herî dawî jî anî ziman ku wan ji bo mafên jinan neyê binpêkirin proje pêşxistine û hêvî dike ku li dijî qetlîman bibin bersivek xurt.