‘Ziman û nasname hebûna mirovan e’ 2020-10-13 09:04:56   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Komeleya Ziman û Çandê ya Birca Belek, ji ber destpêkirina şewba vîrûsa koronayê navber dabû qursên xwe. Hevseroka komeleyê Leyla Yardin, destnîşan kir ku ji ber nexweşiyê ew nikarin niha dest bi perwerdehiyê bikin û wiha got: “Lê divê em bi zimanê xwe biaxivin û xwedî li zimanê xwe derbikevin. Ziman, nasname û hebûna mirov e.”   Komelaya Ziman û Çandê ya Birca Belek a ku li navçeya Cizîrê ya Şirnexê ye di 22’yê Îlona 2019’an de hat vekirin. Lê komeleyê  bi destpêkirina pêvajoya şewba vîrûsa koronayê (Kovîd-19) re navber dan qursên xwe. Komeleya ku navber da qursên xwe yên li saziyê, niha li ser medyaya civakî perwerdehiya ziman dide. Hevseroka komeleyê Leyla Yardim, derbarê kar û xebatên xwe yên li ser ziman de axivî.   Leyla, bal kişand ser tendirustiya xwendekaran û got: “Tendûristiya xwendekaran ji bo me girîng bû. Ji bo wê jî me navber da perwerdehiyê. Me hewl da ku em di îlonê de careke din dest bi perwerde ya xwe bikin, lê belê ji ber ku nexweşî careke din zêde bû me dest pê nekir. Dibe ku em îro nikaribin werin komeleyê perwerde bidin, lê belê em dikarin malên xwe bikin dibistan."   ‘Du bernameyan nû hene'    Leyla, di axaftina xwe de bal kişand ser bernameyên xwe yên nû û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Me du bernameyan nû amade kirin. Yek roja helbestan e. Ya duyem jî Dîwana Melayê Cizîrê ye. Di roja helbestan de em ê li ser helbestên helbestkaran rawestin û binîrxînin. Di roja din jî dê gelek nivîskar û helbestkar bicivîn û dê li ser Dîwana Melayê Cizîrê biaxifin. Her wiha mamosteyên ku perwerdehiya medreseyê dîti ne, bêtir jiyana Melayê Cizîrê dizanin. Em ê bi wan re nîqaşên xwe bidomînin. Mamosteyên me farsî, erebî, kurdî û tirkî dizanin, dikarin bêtir Melayê Cizîrê û helbestên wî binirxînin. Her mamosteyek me xebatekî taybet dimeşînin, lê em ê ji bo wan herdû bernameyan bên cem hev."   ‘Ev pêvajo gelek bandorê xwendekaran kir’   Leyla, diyar kir ku nawazin komele di vê pêvajoyê de girtî be û wiha axivî: "Ji ber vekirina komaleyê û xebatên ku tên kirin em gelekî kêyfxweşin. Niha ji ber vîrûsa koronayê me nikarin perwerdeyê bidin. Ev pêvajo gelekî bandorê li xwendekaran kir. Xwendekarên me jî tim dipirsin em ê kengî dest bi perwerdehiyê bikin. Ji ber ku ji perwerdehiyê dûr man ew bandorekî mezin li wan kir.”   ‘Nêzî 14 xwendekarên me mezûn bûn’   Leyla, destnîşan kir ku beriya nexweşiyê 14 xwendekarên hatin mezunkirin û mijar wiha şîrove kir: “Wê demê hem mamoste, hem xwendekar û hem jî kesên peywirdar dihatin perwerdehiya ziman digirtin. Ciwanên me ji ber ku zimanên xwe fêr dibûn gelek kêfa wan dihat. Her wiha gelek kêfa me jî dihat. Di pola yekem de nêzî 14 xwendekarên me mezûn bûn.”   ‘Ziman û nasname hebûna mirovan e’   Leyla, dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em bi zimanê xwe hene. Dema zimanê mirov tunebe em jî tune ne. Di her qada jiyanê de divê em bi zimanê xwe biaxivin. Em bi zimanê xwe biaxivin û xwedî zimanê xwe derkevin. Ziman û nasname hebûna mirovan e.”