'Jin her tim çanda xwe zindî dihêlin' 2020-10-10 09:05:27   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Nesrîn Mistefa ya ku li Şehbayê kincên kurdî didirû û çanda xwe diparêze da zanîn ku ew karê xwe bi dilxweşî dike û wiha got:"Parastina çand û folklora xwe ya li koçberiyê girîngtir e. Ev yek rihê hezkirina çandê bi me re zindî dihêlê."   Ji bo çand, folklor û hunera gelekî bê parastin pêdivî ji xebatê heye. Nesrîn Mistefa ya 21 salî û li Navçeya Ehdesê ya Şehbayê dijî kincên kurdî didirû û xizmeta parastina çanda xwe dike. Nesrînê têkildarî dirûtina kincên kurdî de axivî.    'Min pir dixwest ez kincên kurdî bidirûm'   Nesrînê di destpêka axaftina xwe de li ser hezkirina xwe ya ji karê dirûtinê re axivî û wiha pê de çû: "Di temenê xwe yê 12 salî de min dest bi dirûtinê kiriye. Xwesteka min ji bo dirûtina cilên kurdî pir li pêş bû. Min pir dixwest ez kincên kurdî bidirûm. Dema min didît ku jin li hev kom dibin û dirûtinê dikin, min pir mereq dikir bê çawa cilan çêdikin. Di navbera 4 salan de li ger cîrana xwe min perwerdeya xwe didît û niha jî di dirûtina cilên kurdî de ez pispor im."   'Parastina çand û folklora xwe ya li koçberiyê girîngtir e'   Nesrînê di dewamiya axaftina xwe de bal kişand ser destpêkirina xwe ya ji xebatên dirûtinê û wiha dirêjî da gotina xwe: "Dema ez fêr bûm, di destpêkê min di hundrê mala xwe de ji xwe re dirûnxaneyeke biçûk ava kir. Roj bi roj navê min bi xweşikbûna dirûtina cilên kurdî derket û wiha bi kedeke xurt bi xebatên xwe re dibûm yek. Cilên ku ez didirûm li dikanan hazir tune ne, ji bo wê jin berê xwe didin dirûnxaneya min. Piraniya cilên ku didirûm çanda jinên Efrînî ye. Di şahî û munasebetan de karê min pir dibe. Parastina çand û folklora  li warên koçberiyê pir girîng e. Ev yek rihê hezkirina çandê bi me re zindî dihêlê."   'Parastina çanda jina erka me hemû jinan e'   Nesrînê di dawiyê de da zanîn ku parastina filklor û çanda kurdî erka hemû jinan e û wiha bi dawî kir: "Her mirovek pêwist e hezkirina çandê di dilê wan de hebe, ji ber helandina çandê civakê jî bi xwe re qir dike. Niha li gel min 3 jin xwe perwerde dikin, ez ê ji bo wan kedeke mezin bidim. Bila her kes fêr bibe, ez vê xebata xwe ji xwe tenê re nabînin, ji ber ji bo xizmeta civaka xwe ez dixebitim. Ez ê xebata xwe bidomînim, parastina çanda jinê erka me hemû jinan e."