'Bi hezkirina dîroka xwe min pirtûkek nivîsand' 2020-09-23 09:04:34   Lîlav Elî   ŞEHBA - Canyar Nasêr a ji Kantona Efrînê ye û li ser girîngiya parastina dîrokê pirtûkek nivîsandiye, ji bo parastina nirxê dîrokî her lêkolînên xwe dike û wiha dibêjê: "Parastina dîrokê parastina hebûna civakê ye. Di nava şerd û mercên zehmet ên koçberiyê de  bi hezkirina dîroka xwe min pirtûkek amade kir."    Tevî hewildanên serdetan ên tunekirina dîroka Gelê Kurd û bilindkirina asta bandora kapîtalîzmê a li ser nifşên pêşerojê, heya niha hin mirov hene nirxên xwe yên dîrokî diparêzin. Zarok û ciwanên Efrînê bi armanca zindîkirina dîroka gelê kurd di nava tevgerê de ne. Canyar Nasêr a 14 salî a ji gundê Kurzêlê ya girêdayî navçeyê Şerewa Kantona Efrînê ye, li ser girîngiya parastina dîrokê pirtûkek nivîsandiye û her di nava lêkolînan de ye. Têkildarî mijarê Canyar Nasêr nêrînên xwe anî ziman.    'Min pirtûkek li ser dîroka Mezopotamyayê'   Canyarê girîngiya parastina dîrokê anî ziman û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ji bo ku ez tenê xwe di jiyana koçberiyê de nebînin,  min hewce bi xwendina pirtûkan û afirandina nûbûyînekê dît. Bi taybet ji ber ku dîroka hebûna mirovan bi lêv dike.  Dewletên desthilatdar xwestin dîroka Gelê Kurd bidin helandin û ji holê rabikin. Min zêdetir pirtûkên dîrokî dixwendin, xwendina pirtûkan jî hestên min ber bi nivîsandinê ve bir. Her wiha bi naskrina dîrok û kevneşopiya Gelê Kurd ez pir şanaz bûm ku keçek kurd im.  Ji bo vê yekê jî ji bo ku careke din dîroka xwe ya pîroz mayinde bihêlim û ji her kesî re vebêjim min pirtûkek li ser dîroka Mezopotamyayê amade kir. "   'Min her mereqa naskirina dîroka xwe kir'   Canyarê di berdewamiya axaftina xwe de da zanîn ku  dîroka Mezopotamyayê dîroka  destkeftiya kurdan vedibêje û wiha pê de çû: "Mezopotamya yek ji cihên herî kevnar e. Gelê kurd yek ji wan netewên herî pêşketî ku li wir dijiyan.  Bi nivîsandina pirtûka xwe re ya bi navê ‘Dîroka Mezopotamyayê’  min dîroka xwe ya rast ku ji aliyê dewletên desthilatdar ve hatibû reşkirin nas kir. Di Mezopotamyayê de jiyana komînal û li şûna şer hezkirin heye. Ji bo ku dîsa wê dîroka pîroz di nava jiyana civaka xwe de bidin jiyîn, min zêdetir meraqa dîroka gelê  Mezopotamyayê kir û xalên pirtûkên xwe li ser wê yekê nivîsand."   'Min dema xwe di nava nivîsandin û lêkolînan de derbas kir'   Canyarê hestên xwe yên dema nivîsandina pirtûkê wiha anî ziman: " Her ku min xalek di pirtûka xwe de divîsand hestên kêfxweşiyê di dilê min de her mezin dibûn. Her rojê nêzî çar saetan min dema xwe ji pirtûka xwe re veqetenadibû û demên din jî ji bo dewlemendiya pirtûkê min lêkolîn li ser dikirin. Pirtûka min nêzî 62 rûpel in. Her wiha tevî şert û mercên koçberiyê, min pirtûka xwe di  nava du mehan de bi dawî kir. Di nava xalên ku min di pirtûka xwe de rêz kirine, min behsa beşên Mezopotamyayê, taybetmendiyên netewên li wir, destkeftî, zor, zehmetî û pêşketinên ku Gelê Kurd dîtine anî ziman.  Lê ya herî balkêş ku min xwestiye bidim pêş konfederasyona Mezopotamyayê û êşa Gelê Kurd bû."   'Parastina dîrokê parastina civakê ye'   Canyarê di dawiyê de teqez kir ku dîroka were nivîsandin û parastin hebûna xwediyê wê dîrokê jî tê parastin û wiha bi dawî kir: "Ji ber ku parastina dîrok û nivîsandina wê parastina civakê ye, her dem dewletên desthilatdar bi rêya amûra kapîtalîzmê xwestine me ji dîrokê dûr bixin û bi tiştên ku dikeve bin xizmeta wan bandor  bikin. Hertim xwendin û nivîsandina dîrokê li pêşiya me dane helandin. Ji bo wê jî da ku em dîroka xwe biparêzin em ê her pirtûkan bixwînin û amade bikin."