Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê dîsa dest bi dersên xwe dike 2020-09-19 09:11:15   MÊRDÎN - Komeleya Çand û Hunerê ya Mezopotamyayê ya ji ber pandemiyê navber dabû qursên xwe dîsa dest pê dike. Kudret Uçuk ku mamosteya komeleyê ye, bang li Mêrdîniyan kir û got: “Ji 7’an heta 70’ê em perwerdeyê didin her kesî. Kesên ji muzîkê hez dikin jî bila qeyda xwe çêbikin.”   Komeleya Çand û Hunerê ya Mezpotamyayê ya li Qoser a Mêrdînê xebatên xwe dimeşand ji ber pandemiyê navber dabûyê. Niha ji bo dema pêş amadekariyên xwe dike. Kursên gîtar, saz, keman, erbane û govendê yên dihatin dayîn wê di meha cotmehê de dest pê bike. Mamosteya komeleyê Kudret Uçuk bang li ciwanên Mêrdînê kir ku tevlî qursan bibin.   ‘Me perwerdeya onlîne da’   Kudretê bi lêv kir ku komeleya sala borî hatiye vekirin tê de perwerdeya muzîk û estrumanê hatiye dayîn, ligel vê bernameyên şanoyê pêk anîne û got: “Me di gelek qadên hunerê de perwerde da. Gelek mamoste dersan didin. Ji govendê heta kemanê gelek qursên me û bi dehan xwendekarên me hene. Beriya meha adarê xebatên me bê navber meşiyan. Ji ber vîrusê me navber da û dersa onlîne da.”   Di meha cotmehê de dest pê dike’   Kudretê daxuyakirin ku wê di meha cotmehê de ji nû ve dest bi dersên xwe bikin û wiha dawî lê anî: “Piştî pêvajoya normalbûnê me qeydên nû girtin. Em ê di meha cotmehê de dest bi dersên xwe bikin. Em hemû gelê xwe dawet dikin. Ji 7’an heta 70’ê em dersan didin. Kesên eleqeya wan bi muzîkê heye dikarin qeydên xwe çêbikin.”