Xelatên Rojnamegeriyê yên Mûsa Anter diyar bûn 2020-09-18 09:49:58   STENBOL - Xelatên 27’emîn a Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad diyar bûn. Di beşa nûçeyên kurdî, tirkî de bêtir nûçeyên jinan li pêş bûn û hêjayî xelatan hatin dîtin.    Xelatên 27’emîn a Rojnamegeriyê ya Mûsa Anter û Şehîdên Çapemeniya Azad a ji aliyê Rojnameya Yenî Yaşamê ve tê lidarxistin diyar bûn. Xelatên di beşên wek “Nûçeyên kurdî”, “Nûçeyên tirkî”, “Wêne”, “Karîkatûr” û ji bo bîranîna Gurbetellî Ersoz “Nûçegihaniya Jin” di van 5 beşan de xwediyê xwe dîtin. Di pêşbirkê de bêtir jin hêjayî xelatan hatin dîtin.    Di beşa “Nûçeya tirkî” de nûçegihanê Ajansa Mezopotamyayê Erdogan Alayûmat bi nûçeya xwe ya “261 cenaze li peyarêyê hatin veşartin” bi ser ket û hêjayî xelatê hat dîtin. Erdogan derxistibû holê ku cenazeyên ji Goristana Xerzana Bedlîsê hatibûn derxistin û li peyarêya Goristana Kîlyosa Stenbolê hatibûn veşartin.    Xelata jûriya taybet    Di beşa “Xelata Jûriya Taybet a Nûçeya Tirkî” de jî nûçeya “Bi şîfreya rêwî penaberan veguhezandin mirinê” ya rojnamevan Ercument Akdenîz hêjayî xelatê hat dîtin. Ercument derbarê hûrguliyên keştiya penaberan ku li Gola Wanê noqî avê bûbûn çêkiribû.    Ajansa me hêjayî xelatê hat dîtin    Di beşa “Nûçeya kurdî” de jî du nûçe hêjayî xelatê hatin dîtin. Nûçeya ajansa me ya “Cenaze piştî 3 salan bi rêya PTT’ê ji malbatê re şandin” a nûçegihanên me Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme û her wiha nûçeya “Me xwe gihaşt nameya Î.E. ya ku çawişê pispor tecawizî wê kir” a nûçegihana JINNEWS’ê Medya Uren hêjayî xelatê hat dîtin. Fahrettîn Kiliç û Ayşe Surme nûçeya dayikek ku pakêtê kargoya hestiyên kurê xwe pêşwazî dike û daniye ser çonga xwe. Her wiha Medya Uren jî nameya Îper Er a çawişê pispor Mûsa Orhan destdirêjiyê wê kiribû.    Xelata nûçegihaniya jin a Gurbetellî Ersoz    Di beşa “Nûçegihana Jin a Gurbetellî Ersoz” de jî ji Rojnameya Karinca Sîbel Yukler bi nûçeya xwe ya “Polîsan adeta Emîne Bûlût sûcdar kiriye” hêjayî xelatê hat dîtin. Emîne bi nûçeya xwe bal kişandibû ser tundî, kuştin, destdirêjî, gef û binpêkirinên mafan ên jinan.    Di beşa “Xelata Jûriya Taybet a Nûçegihaniya Jin” de jî nûçeya “Mirina bi guman a dayika ku bû şahidê destdirêjiya keça xwe ” a nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Arjîn Dîlek Oncel hêjayî xelatê hat dîtin.    Di beşa “Wêne” de jî du wêne hêjayî xelatê hat dîtin. Wêneyê “Dorpêç” ê rojnamevan Zeynep Kuray” ku parlementerên HDP’ê di dorpêça polîsan de bûn yekemîn hat dîtin û hêjayî xelata hat dîtin. Di wêne de sepanên antî-demokratîk dide nîşandan û zextên li ser HDP’ê rave dike.    Her wiha wêneyê bi navê “Wêneyê Tirkiyê” yê rojnamevan Fatoş Erdogan ku merasîma cenazeyê parêzer Ebrû Tîmtîk girtibû hêjayî xelatê hat dîtin.    Wêneyê “Heskîf” ê rojnamevan Seda Taşkin jî ji bo beşa “Xelata Jûriya Taybet” hêjayî xelatê hat dîtin.     Di beşa “Karîkatur” de jî karîkaturê Beşîr Geroglû hêjayî xelatê hat dîtin. Karîkaturê Kiymet Guven jî hêjayî “Xelata Jûriya Taybet” hat dîtin.