'Dengbêjî rêhevala jinê ye' 2020-09-14 09:02:22   Lîlav Elî    ŞEHBA - Jinên dengbêj yên ji Herêma Efrînê ku li Kantona Şehbayê dijîn gotin hest û ramanên xwe bi stranên xwe tînin ziman û gotin: "Huner derxistina hestên mirov e. Her ciqas dem li ser dîroka dengbêjiya jinê re derbas bibe jî dîsa jinê parastina kevneşopiya xwe kiriye û ji civaka xwe re parve dike."   Tişta xweş ya ku jiyanê bi xemla wê dihêlê huner e. Ya ku jiyan û hunerê watedar dike jî jin e. Dayikan bi hestên xwe yên nazik zarokên xwe bi dengbêjiyê dilorandin. Bi demê re edî ev çand winda dibû û ber bi helandinê ve diçû. Dîsa dayikên ku kevneşopiya xwe parastin hiştin ku ev çand zindî bimîne. Têkildarî mijarê jinên dengbêj yên ji Herêma Efrînê ku li Kantona Şehbayê dijîn derbarê girêdana jin bi huner û dengbêjiyê di nêrîna xwe anîn ziman.     'Jinan parastina kevneşopiya xwe kirin'   Dengbêja bi navê Nebîhe Mihemed 48 salî ji gundê Dimilya yê navçeyê Mabetê dijî û derbarê dengbêjiya xwe de wiha got: "Di demên berê de herî zêde dengbêjî di aliyê xemgîniyê de dihat parve kirin. Dema ku tenê em li mal diman me ji zarokên xwe re dilorand. Me êş û xemên xwe tanîn ziman, jiyan ji xwe re xeyal dikir û pê re kûr diçûn. Piştî ku ber bi helandinê ve diçû, hin bi hin dîsa dayikan ev çand vegeran. Gelek dengbêjên jin hebûn ku ez bi dengbêjiyê ve birim. Çanda dengbêjiyê nêzî hestê jin e, ji bo wê jinan parastina kevneşopiya xwe kir. Huner derxistina hestê mirov e. Ji bo ku ez dengbêjiya xwe her biparêzim niha derbasî koma Mabata ya kevneşopiyê bûme. Jin bi dengbêjiyê re rihekî nû dide jiyanê."   'Ez hest û ramanê xwe tînim ziman'   Dengbêj Fatmê Xelîl 40 salî destnîşan kir ku jin bi dengê xwe dîroka xwe parastiye û wiha pê de çû: "Her ciqas dem li ser dîroka dengbêjiya jinê re derbas bibe jî jin parastina kevneşopiya xwe kiriye. Lorandinên ku dayikan ji zarokên xwe re vedigotin her pêşxistine û weke hunerekê di nava civakê de dane rûniştandin. Her wiha ji bo ku ez êş û kedera koçberiya sê salan ji dilê xwe derbixim ez dengbêjiyê rêhevala xwe ya herî dirust dibinim. Bi dengbêjiyê ez hemû hestên xwe tînim ziman û kela dilê xwe rehet dikim."   'Her ku ez bêriya Efrînê dikim stranan dibêjim'   Fatme di dawiyê got ku ew ji bo hezkirina xwe ji Efrînê re her strana dibêje wiha bi dawî kir: "Lorandinên ku dayikan ji zarokên xwe re vedigotin her pêşxistine û weke hunerekî di nava civakê de parastin e. Dengbêjiya jinê ya di nava zehmetî û êşan de rih dida mirovan. Her wiha dema ku ez ji zaroka xwe ya astengadr re dilorînim, ez rehet dibim. Taybet piştî ku em ji Efrînê koçber bûn ez pir hewcedarî dengbêjiyê bûm. Her ku bêriya Efrînê dikim strana dibêjim."