Jinên Ciwan li dijî tundiyê li kolanê şano dan pêşandan 2020-09-13 15:21:28   ŞEHBA - Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Efrînê li dijî tundiya li ser jinê tê meşandin listikek şanoyê li kolanê dan pêşandan.   Bi armanca şermezarkirina kiryar û tundiya li ser jinê tê meşandin, Tevgera Jinên Ciwan a Herêma Efrînê bi dirûşma," Serhildana Jinên Ciwan Tolhildan e" lita şanoyê li kolanên şehabyê da pêşandan. Şano destnîşaniya tundiya ku li ser jinê ji aliyê zihnîyeta mêrsalar ve tê kirin dike. Şano li li kolana navçeya Fafînê ya Kantona Şehbayê bi beşdariya tevahî jinên ciwan hat hat pêşandan.   Şanoya ku êş û zehmetiyên jinan vedbêjê, 9 jinên ciwan weke lîstikvan tê cih girtin û rola xwe lîstin. her wiha piştî bidawîbûna şanoyê broşurên li ser tundiya li dijî jinê tê vegotin li beşdarvanan hatin belavkirin. Dê sibe ev listika şanoyê li navçeya Til rifeatê jî bê pêşandan.