‘Mîhrîcana Lêlûn wê li wargeha Berxwedanê bê pêşandan’ 2020-09-13 09:10:08   Hesna Mihemed   ŞEHBA - Endama Komîna Sînema ya Avrîn Zekiye Tarî derbarê amadekariya cihê Mîhrîcana Lêlûnê axivî û got: "Armanca me ew e ku gelê me li kevneşopiya xwe vegere û çanda kurdan bêtir nasbikin."   Mîhrîcana Lêlûn ku wê cara yekem ji aliyê Komîna Sînema ya Avrîn bi armanca pêşkêşkirina çanda kurdan bê lidarxistin. Ev mîhrîcan wê di 21’ê îlonê de li kampên koçberiyê bê pêşandan. Derbarê destpêkirina bi amadekariyên cihê mîhrîcanê Endama Komîna Sînema ya Avrîn, Zekiye Tarî axivî.    Zekiye bal kişand ser destpêkirina bi amadekariya Mîhrîcana Lêlûnê û wiha got: “Em wek Komîna Sînema dest bi amadekariya Mîhrîcana Lêlûn, dikin. Li wargeha koçberiyê ya Berxwedanê me xwest em xebatê xwe pêşkêş bikin. Ji bo ku şêniyên koçber ji mîhrîcanê bê par nemînin, me xwest li wargeha koçberan be. Armanca me ew e ku gelê me li kevneşopiya xwe vegere û çanda kurdan bêtir nasbikin. Her wiha em dixwazin kêfxweşiyekê bikin dilê van mirovan de, ji bo ku em hindekî barê koçberiyê ser milê wan sivik bikin. Di 21’ê îlonê de wê Mîhrîcana Lêlûnê bê lidarxistin. Em hemû gelê Şehba û Efrînê vedxwinin mîhrîcanê. Hêviyên me xurtin ku wê mîhrîcana me serkeftî derbas bibe.”