‘Bila ciwan bi zimanê dayika xwe stranên xwe bêje' 2020-08-28 09:07:01 Rojda Aydin ŞIRNEX - Mahabad Olmez a ku ji biçûkantiya xwe de bi muzîkê re eleqedar bûye û bang li ciwanên kurd dike, dibêje: "Divê ciwan xwedî li zimanê xwe yê dayikê derkevin û bi zimanê dayika xwe stranên xwe bêjin."   Mahabad Olmez (23) li Cizîra Şirnexê ji dayik bû. Di 12 saliya xwe de ji ber pirsgirêkên malbatî berê xwe dan Dîlokê. Mahabad, li Dîlokê dixwîne. Li vir ji ber nasnameya xwe ya kurdbûnê bi cudakariyê re rûbirû dimîne. Lê wê dev ji xwendina xwe berneda. Piştî çend sal şûnde malbat carek din berê xwe dide Cizîrê. Mahabat di zarokatiya xwe de muzîkê re eleqedar dibe.    Mahabad, di axaftina xwe de bal kişand ser muzîkê û got: "Li malê xwişka min li tebûrê dixist û pir bala min dikeşand û min jî dixwast ez lê bixim. Piştî ku xwişka min zewici dev jî muzîkê berda. Ev vê demê 9 salî bûm, gîtarekî birayê min hebû û dema diçû zanîngehê gîtarê teslîmê dayika min dikir. Dayika min jî gitar her tim vedişart. Dema kes li malê nebûya min gîtar derdixis û pê re mijûl dibûm. Ez bi xwe hînê gîtarê bûm. Piştî ku birayê min ji zanîngehê hat, min çend stran jê re lêxist. Birayê min matmayî ma. Piştre qeyda min li Navenda Çand û Hunerê ya Mem û Zînê çêkirin. Piştî mehekî ji ber pirsgirêka malbatê me berê xwe da Dîlokê."    Mahabad, da zanîn ku li Dîlokê bi gelek zehmetiyan re rûbirû maye û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Li vir kurd nedihatin hezkirin. Dijminatiya kurdan dikirin. Li Dîlokê cihê çand û hunerê hebû lê min nedixwest ez biçim li vir. Birayê min digot li vir hemû zarok kurd in û piştre min berê xwe da navendê. Min di 15 saliya xwe de koma xwe ava kir û em bi hev re derketin ser dikê. Dema 17 salî bûm malbata min carek din berê xwe da Cizîrê."    Mahabad, diyar kir ku piştî 3 salan li Cizîrê derketina li kolanan hat qedexekirin û li vir jiyan rawestiya. Mahabad, wiha bi lêv kir: "Piştî bûyeran li vir jiyan guherî. Navenda Çand û Hunerê hat girtin. Ligel hemû zehmetiyan min dîsa dev jî gotina stranan berneda. Piştgiriya malbatê ji bo min girîng bû. Niha ez hem erbanê û hem jî gîtarê lêdixim. Carna jî tembûrê didim. Eleqeya bi muzîkê tiştek cuda ye."   Mahabad, wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê em xwedî li çand û hunera xwe derkevin. Bi taybetî jî ciwan. Bi zimanê dayika xwe stranan bêjin. Li dijî qedexeya li ser ziman, tunekirina ziman divê em bi zimanê xwe biaxifin û bi zimanê xwe stranan bêjin. Ya rastî ciwanên kurd êdî guhê xwe nadin stranên bi kurdî. Ev tişt nayê qebûlkirin.”