Komîna Avrîn a Sînameyê amadekariya Mîhrîcana Lêlûn dike 2020-08-25 09:07:02   Fîdan Abdullah   ŞEHBA - Endama Komîna Avrîn a Sînama û Endama Komîteya Temaşekirinê ya Mîhrîcana Lêlûn, Zîlan Silêman amadekarî û armanca li dar xistina Mîhrîcanê anî ziman û got: "Li gel rewşa penabertiyê em mîhrîcaneke di asta cîhanî de li dar dixin, ev ji bo me gavek gelek girînge. Bi vê mîhrîcanê em ê berxwedana Efrînê carek din ji cîhanê re ragihînin."   Bi pêşengtiya Komîna Avrîn a Sînamayê wê yekem car Mîhrîcana Sînamayê ya bi navê 'Lêlûn' di asta navneteweyî de bê lidarxistin. Mîhrîcan bi armanca balkişandina ser roja aştiyê di 21'ê Îlonê Roja Aytiyê ya Cîhanê de wê li Kantona Şehbayê bê lidarxistin. Ji 150 dewletên cîhanê  Fîlm di vê mîhrîcanê de wê bên pêşandan. Ev mîhrîcan bi armanca parvekirina çand û hunerê di asta navneteweyî de tê lidarxistin. Derbarê amadekariyên mîhrîcanê de Endama Komîteya Komîna Sînameyê û Endama Komîteya Temaşekirinê ya Mîhrîcanê Zîlan Silêman nirxandin kir.   'Amadekarî di asta navneteweyî de tê kirin'   Zîlanê diyar kir ku demeke dirêj e amadekariya 1'emîn Mîhrîcana Lêlûn a Kurdî ku di asta navneteweyî de tê lidarxistin dikin û wiha dest bi axaftina xwe kir: "Ev demeke dirêje e ku em amadekariya Mîhrîcana Lêlûn a Kurdî dikin. Ev mîhrîcan cara yekem û di asta navneteweyî de tê lidarxisitn.  Ev ji bo me gaveke gelek girîng e.  Ji ber ku em vê mîhrîcanê li gel rewşa koçberiyê li dar dixin. Me rûpelek bi navê 'Lêlûn' di nav rûpelên fîlman ê navneteweyî de li ser medyaya civakî amade kir, ji bo ku em karibin bi derhêneran re têkiliyên xwe xurt bikin û filiman ji wan bigrin. Ji bo Mîhrîcanê gelek komîte hatin avakirin. Her wiha 7 kesên ku biyanî jî di nav wan de cih digirin tevlî komîteya biryardayînê dibin, ji bo ku filimek ji van filiman bê hilbijartin û di mîhrîcanê de bê xelatkirin."   '58 rojên berxwedana Efrînê wê neyên jibîrkirin'   Zîlanê di domandina axaftina xwe de hilbijartina fîlman û tiştê ku bi van fîlman tê armanckirin jî wiha nirxandin: "Nêzî 150 dewlet bi fîlmên xwe tevli mîhrîcanê dibin û heta niha du hezar û 73 fîlmên sînemayê ji van dewletan gihîtine destên me. Ew fîlm wê di mîhrîcanê de bên pêşanda û ji wan wê 58 film bên hilbijartin û dewletan re bên şandin. Mijara van 58 fîlman jî berxwedana şêniyên Efrînê li hember hovîtî û dagirkeriya dewleta tirk û hevkarên wê ye. Ji ber ku ew 58 rojên bi têkoşînê tijî yên Efrînê nayên jibîrkirin û rojên bijarte ên dîroka Efrînê ne em ê 58 fîlman bibijêrin.  Li kêlek filimên ku bên hilbijartin çalakî û filimên sînameyê yên cuda li ser berxwedana şêniyên Efrînê ku bên pêşkêşkirin jî hene. Em ê mîhrîcanê di 21'ê Îlonê de bidin destpêkirin ji ber ku 21'ê Îlonê Roja Aştiyê ya Navneteweyî ye û em dixwazin di vê rojê de nêrîna cîhanê bînin ser berxwedan û îradeya Efrîniyan ku niha gelek ji wan li Şahbayê hatine bicihkirin. Mîhrîcan wê nêzî hefteyekê berdewam bike ji ber ku pêşandana fîlman dirêj berdewam dike."   'Jin rola sereke di Mîhrîcanê de dilîzin'   Zîlanê herî dawî rola jinan di Mîhrîcana Lêlûn de û hêviyên xwe wiha anîn ziman: "Bi şoreşa Rojavayê Kurdistanê re jin bû xwedî îrade. Jin rol û cihê xwe di komîteya, filimên ku werin pêşkêşkirin û filimên ku doza jininan di nava xwe de dihewine de digirin. Li ku derê jinek hebe ew der diguhere û zindî dibe. Jin xweşikbûna xwe dide hemû cureyên hunerê. Hêviya me ya herî mezin jî ew e ku em tişta hat serê şêniyên Efrînê ji cîhanê re ragihînin."