‘Bila jin dengê xwe bi dengbêjiyê bilind bikin’ 2020-08-23 09:02:18   Rojda Aydin   ŞIRNEX - Eydê Ozkan 72 salî ye û ji zaroktiya xwe heta îro dengbêjî kiriye û hest û ramanê xwe bi kilaman aniye ziman. Aydê, da zanîn ku divê kurd xwedî li çanda xwe derkeve.   Dengbêjî kevneşopiyek ji çanda kurda ye. Dengbêjî ji bo kurdan her dim bûye rêyekî vegotina astengî û zehmetiyan. Ligel hemû astengî û polîtîkayên bişaftinê çanda dengbêjiyê heta îro hatiye. Bi saya wan kilamên dengbêjiyê dîrokek zindî heta roja me ya îro hatiye. Dengbêja bi navê Eydê Ozkan a 72 sali ye dayika 10 zarokane, li navçeya Elkê ya Şirnexê dijî. Eydê, di zaroktiyan xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye û heta roja îro çanda dengbêjiyê didomîne.    'Li ser eş û şeran kilaman digotin'   Eydê, da zanîn ku berê televîzyon tûne bû, dayika û bavê wê dengbêjiyê dikirin û wiha got: “Dema ez zarok bûm dayik û bavên min dengbêjiyê dikirin û min jî her tim wan gûhdar dikir. Dayik û bavên min di nava rojê de dixebitîn, dema dibû êvar jî civat kom dibû û dest bi gotina kilaman dikirin. Bi guhdarkirinê ez fêr bûm. Dema dayika min stran gotin min jî li wan vedigerand. Dayikên me her tim li ser êş, xweşî, mirin û şer kilaman digotin. Dema diçûn diçûn dawetan jî ji bo bûkan kilaman digotin. Dema diçûn ser kaniyê, dema hirî şûştinê û dema bêrîvantiyê her tim kilamên xwe digotin."    Di 10 saliyê de dest bi gotina kilaman kiriye    Eydê, wiha behsa demên berê kir: “Me li her derê dengbêjiyê dikir. Malbata min û derdora min hemû dengbêj bûn. Min di 10 saliya xwe de dest bi dengbêjiyê kir û heta îro jî ez kilaman dibêjim. Berê gelek xweş bû û xweziya rojên berê. Rojên berê zor û zehmet bû, lê belê gelek xweş bû. Berê hemû rojên me di nav kêfxweşiyê de derbas dibû. Lê belê êdî dema me ya îro ne wisaye. Tu kes êdî ne wekê berê dengbêjiyê dike û ne jî xweşî heye."   ‘Çand mirovan li ser lingan digire’   Eydê, diyar kir ku çanda dengbêjiyê ji bo wan xwedî cihekî girîng e û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Lê belê êdî tu kes wekê berê dengbêjiyê nake. Ji ber teknolojî gelek pêşketiye kes gûhê xwe nade dengbêjiyê. Ciwanên niha bi tenê telefonan kilaman gûhdar dikin. Çanda dengbêjiyê ne wekê berê ye. Çanda dengbêjiyê ji bo me xwedî cihekî girîng e. Divê em xwedî çanda xwe derbikevin. Ji ber ku çand mirovan li ser nigan digire. Bila hemû jin xwedî çanda dengbêjiyê derbikeve. Min dixwest ku wek berê bi kilaman neviyên xwe bikira xewê. Bila jin dengê xwe bi dengbêjiyê bilind bikin.”