'Her jin dikare bi derfetên xwe yên heyî têbikoşe' 2020-08-21 09:02:18   AMED - Nezahat Kaçar a ku ji bo debara xwe bike bi karê dekorasyonê mijûl dibe wiha got: "Her jin dikare bi derfetên xwe yên heyî têbikoşe û li ser piyên xwe bisekine. Ji bo wê jî bixwebawerî û ked pêwist e.”   Têkoşîn bûye wek xerca hebûna jinan ku pê ligel hemû zordariyan li ser piyên xwe disekinin. Yek ji wan jinên têkoşer jî Nezahat Kaçar a 37 salî ye. Nezahat a li şaneşîna mala xwe bi boyaxê teşe dide keviran, dekorên cûr bi cûr diafrînê.    Nezahat bi hûnera xwe hem debara xwe dike hem jî hestên xwe tîne ziman.    Nezahatê dîyar kir ku ew ketiye bin bandora keviran û wiha got: “Jiyana min hertim bi têkoşînê derbas bû.  Lê hunera ku ez niha pêk tînim hêzê dide min. Ez berê li Stenbolê bûm û di karên cur bi cûr de xebitîme. Lê piştî penceşêra memikan ez mecbûr mam ku dest ji xebatê berdim û tedawî bibim. Piştî ku tedawiya min li Stenbolê qediya ez li gel malbata xwe hatim amedê. Li Amedê jî me hêdî hêdî ji xwe re jiyanek ava kir. Lê piştî ku ez û hevjînê xwe ji hev qetiyam ez û du zarokên xwe tenê man. Piştî ku ez û zarokên xwe yên biçûk tenê man ez dîsa ji bo debarê ketim lêgerîna xebatê. Li Amedê jî piştî li çend kargehan xebitîm, pêvajoya pandemiyê dest pê kir û ez dîsa vekişiyam malê. Di pêvajoya pandemiyê de li malê min bandora keviran kifş kir.”   ‘Min hesreta xwe li ser keviran resimand’   Nezahatê di berdewamiya axaftina xwe de wiha dibêje: “Ez ji behrê gelek hez dikim û bêriyê dikim.  Ji ber ku bêriya bahrê dikim, ez li ser keviran bi boyaxa dikim masiyan xêz dikim. Piştre min alavên xwe yên malê jî resimandin. Ji ber ku dema mirov bi hunerê mijûl dibe mirov li her tiştî bi çavekî hunerî dinêre. Piştre jî min dekoreke din da alavên xwe yên malê ku min bi kar nedianîn û min ji wan gelek alavên din ên cur bi cûr çêkirin.  Lê min ew ji ber ku ji derûniya min re baş dihatin çêdikirin. Di destpêkê de min ev kar wekî hobî dikir. Lê bi demê re xebatên min eleqeyeke mezin dîtin. Piştî wê eleqeyê alavên ku min çêkirin  min ew firotin û ji bo min bûn çavkaniya debarê. Niha jî bi piranî li ser text û keviran dixebitim.”   ‘Derfet têrî nakin’   Nezahata ku di heman demê de kevirên xwe boyax dike wiha dibêje: “Her çiqas karê min xweş be jî mixabin bingeha wî tune ye. Ango bi demê re wê çi bibe ne diyar e.  Karê bi wî awayî tenê li ser wesandinê (sîparîş) tê kirin.  Du heb zarokên min hene û ez ji wan berpirsyar im. Daxwaza min a herî  mezin ji bo wan jiyanek xweş e.  Ev karê min jî nizanim heta ku derê min bibe. Niha ez xebatên xwe li şaneşîna malê dikim.  Lê ger ku atolyeyek min hebûya dibe ku min hunera xwe zêdetir pêş bixista.  Ez dixwazim cûreyên hunerê xwe zêde bikim, lê carinan derfet têrî nakin. Her wiha keda ji bo hunerê ji aliyê mirovan ve nayê dîtin. Di hemû xebatên min de keda destê min heye û wextê xwe didimê. Huner li ber çavên mirovan hêsan û piçûk tê dîtin.”   Nezahatê di axaftina xwe de diyar kir ku aliyekî hemû jinan ê bi hêz heye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Taybetmendiyekê jinana ku destkariyê baş dikin. Her jin dikare bi derfetên xwe yên heyî têkoşînê bide û li ser piyên xwe bisekine. Ji bo wê jî bi xwebawerî û ked pêwist e.”