'Daxwaza min a kar ji her zehmetiyan bi hêztir bû' 2020-08-17 09:03:13   Lîlav Elî    ŞEHBA - Emîne Mûse ji Herêma Efrînê ye demek dirêje di nav xebatên çand û hunerê de cih digire û got: "Ez 64 salî me û 23 sal in di nava xebatan de cih digirim. Temenê min yê mezin tu carî ji bo min nebû asteng. Daxwaza min a kar ji her zehmetiyan bi hêztir bû.”     Çand watedariyê dide  jiyana mirovan û ji dîrokê heta niha her jinê ev mîras parastiye. Li  hember hemû pêşketinên kapîtalîzmê dayikan weke pêşengên parastina çanda resen derketine pêş. Jina bi navê Emîne Mûse bi temen 64 saliye û ji gundê Sêmala ya navçeyê Meydana Herêma Efrînê ye. Ji demên dirêj ve cihê xwe di nava xebatê çand û hunerê de digire. Li dijî hişmendiya civakê serî hilda û ev 23 sal in xebatê xwe dide meşandin. Têkildarî xebatan de Emîne ji ajansa me re axivî.   Emîne di destpêka axaftina xwe de da zanîn ku tu zehmetî li pêşiya daxwaza wê ya xebatê nebû asteng û wiha pê çû: "Tevî ku min 9 zarok xwedî dikirin û di nav de jî rastî hişmendiya hişk ya civakê dihatim, lê ev yek nebû asteng li pêşiya xeyalên min. Bi jiyanê re min têkoşîn da meşandin. Daxwaza min ê kar ji her zehmetiyan bi hêztir bû. Her tim min pêşengtiya pêşxistina çanda resen dikir û di nav de jî min xwe didît.”    'Çand ji bo min jiyan e'   Emîne di dewamiya gotina xwe de destnîşan kir ku  mezinbûna temenê wê li pêşiya têkoşîna wê ya parastina çanda resen nebû asteng û wiha domand: "Çand mirovan fêrî watedariya rast ya jiyanê dike. Ji bo ku ez jiyanek bi wate bijîm di sala 1999'an de ez tevlî xebatên çand û huner bûm. Min cihê xwe di koma govendê ya Herêma  Efrînê de girt. Bi şoreşê re min di nava koma Çiyayê Kurmanc de cihê xwe girt. Her tim min hewil dida ku xwe di xebata xwe de li pêş bixim û çanda resen bi hemû jinan bidim nasîn. Ji ber girêdana min bi çandê re, ez her amadebûm ku vê çandê biparêzim. Çand ji bo min jiyan bû.”   'Ev 23 sal in  ez di xebatê çandê de cih digrim'   Emîne diyar kir ku bandora pêşengtiya jinan ji parastina çanda kurdî re li ser wê hebû û wiha dirêjî da axaftin xew: "Civak bi çavekî biçûk li jinê mêze dikir. Ev jî bandoriyeke mezin li ser jinan çêdike. Li kêleka wê jî hêzek di hundirê jinê de ava kir ku li hember vê nêrînê têkoşînê bide meşandin. Her çiqas di ber temenê xwe de ez biwestim jî, hezkirina min ji çandê re min ser piyan dihêlê. Ev 23 sal in ez di xebatê çandê de cih digirim. Di nava hemû çalakiyan de reng û dengê min hebû. Ez kêfxweş im ku heya niha ez dikarim vê xebatê bidomînim.”    'Jin çandê zindî dihêle'    Emîne di dawiya gotina xwe de got ku hovîtiya dewleta tirk dijwar bû, lê îsrara jiyanê jî xwedî vîn bû û wiha dawî li gotina xwe anî: “Êrîşên ku ser Efrînê hatin kirin, vîna me ya domandina parastina çandê ne çewisand. Tevî ku niha êrîşeke mezin ser çanda jina Efrînê ji aliyê dewleta tirk ve tê kirin, her dîsa em jin vê çandê zindî dihêlin. Em ji bo doza xwe xwedî vîn in. Parastina çanda resen girêdana nasname û hebûnê ye.”