Kampanyaya xwendina çîrokên zarokan a Komeleya Wêjekarên Kurd 2020-08-09 10:25:52   AMED - Komeleya Wêjekarên Kurd a ku navenda wê li Amedê ye dest bi kampanyaya xwendina çîrokên zarokan ên bi zimanê Kurdî kir.   Komeleya Wêjekarên Kurd a ku navenda wê li Amedê ye li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd dest bi kampanyaya xwendina çîrokên zarokan ên bi zimanê Kurdî kir. Çîrok dikarin bi zaravayên cuda yên zimanê Kurdî bên xwendin. Ew ê her hefte çîrokek zarokan a ji aliyê nivîskaran ve tê xwendin li ser qenala youtubeyê ya Komeleya Wêjekarên Kurd were parvekirin. Çîroka yekem a ku vê hefteyê hat parvekirin a bi navê 'Gurekî Birçî' ya Hûtî Aslan bû. Çîrok ji aliyê nivîskar Mehmet Saît Arzû ve hat xwendin.    Li gor parvekirina li ser rûpela twittirê ya Komeleya Wêjekarên Kurd nivîskarên bixwazin piştgiriyê bidin kampanyayê dikarin çîrokên zarokan bixwînin û bişînin navnîşana maîla bi navê 'komeleyawejekarenkurd@gmail.com'.