Bi erbaneyê jiyana wan guherî 2020-08-07 09:05:52   DÊRSÎM - Jinên kedkarên malê ku bi lêdana erbanê jiyana wan guherî diyar kirin ku bi erbaneyê jiyana wan gelek guheriye.   Muzîk ku mirov xwe têde dibînin û rihê mirovan aram dike beşeke hunerê ya di jiyana her kesî de cih digire. Gelek kes diçin qursên estruman an jî vokalê û bi taybet ez ji bo jinan dibin qadên civakî. Li Akademiya Munzurê ya Dêrsîmê gelek jin diçin dersên erbaneyê. Ji kedkara malê Rojda bigirin heta Ruziye ku heta niha erbane nedîbû ji her alî xwendekar diçin qursê.   ‘Gelek tişt di jiyana min de guherî’   Rojda Katirca ku kedkara malê ye û ji zarokatiya xwe de ji erbanê hez dike wiha dibêje: “Min bihist ku qurs hene. Min qeyda xwe çêkir. Salekê min ders girtin. Min di pandemiyê de jî dest ji dersên xwe bernedan û bi awayekî onlîne tevlî dersan bûm. Di pêşerojê de dixwazim li cihên cuda erbanê lêdim. Ez dixwazim xwe pêş bixînim. Mînak di malbata min şevên me bi saz û stran derbas dibe. Yek sazê lê dide yek jî ez jî erbanê. Ev me kêfxweş dike. Erbane hemû stresa min dibe.”   ‘Di konserê de eleqeya min kişand’   Ruziye Kandîl jî ji Edîrneyêye û çanda kurd û erbane demên dawiyê nas kiriye û got: “Di konserek Mîkaîl Aslan de eleqeya min çêbû. Di konserê de her kes bi zazakî diaxivî. Min yek gotinek nizanibû. Li ser vê min got divê ez vî zimanî hîn bibim. Min Akademiya Mûnzûrê nas kir. Ez tevlî bernameyan bû. Bi rêk û pêk tevlî qursa erbanê bûm.”   Ruziyeyê destnîşan kir ku berê qet erbane nedîtibû û got: “Erbanê bandor li min kiribû. Min erbaneyek girt û min dest bi kursê kir. Lêdana erbanê wisa jî ne hêsan bû. Bi akademiyê re jiyana min guherî. Ez pêşniyarê her kesî dikin. Ez jî dixwazim bi pêşerojê de dersan bidim.”   ‘Ez kêfxweş dibim’   Zîlan Atmaca ya li Elezîzê dijî jî ev tişt anî ziman: “Min bihist ku dersa erbanê tê dayîn ez kêfxeş bûm. Min xwest tevlî bibim. Hevjînê min jî bi muzîkê re eleqeder dibe. Min dixwest estrumanekê lê bidim û min biryar erbanê da. Min baş jî kr. Ji bo Elezîzê bernameyek xweş pêk hat. Di pandemiyê de dersên me sekinîn lê min onlîne girt. Dixwazim xwe hîn bêtir pêş bixînim. Ez gelek kêfxweşim ku erbanê lê didim.”