Tiyatro Mencel bi sikeçên Kurdî ji bo sezona nû xwe amade dike 2020-08-05 09:08:27   WAN - Tiyatro Mencel ku 5 meh bû ji ber vîrusê xebat nedimeşand, di dema nû de bi ekîba şanoya Kurd re hat cem hev û wê sikeçên xwe yên Kurdî derxin pêşberî temaşevanan.   Tiyatro Mencel ya li Wanê faliyetan dimeşîne ji ber vîrusê navber dabû xebatên xwe. Şanogera Tiyatro Mencel Perînaz Delazy balkişand ser girîngiya şanoyê û zehmetiyên di pêvajoya pandemî de jiyane vegot.   Perînazê da zanîn ku girîngiya çand û hunerê li gel dewletê nîne , lê tevî hemû astengiyan di sezona nû de bi ekîba şanoya Kurd re hatine gel hev û amadekariyan dimeşînin. Perînazê got wê sikeçên Kurdî derxstin pêşberî temaşevanan.   Perînazê bi lêv kir ku şanoyên taybet ji bo li ser piyan bisekinin her tim hewl didin û got: “Dewlet şanoyên taybet wek esnaf dibîne. Tu girîngiya çand û hunerê ligel dewletê tune ye. Qanûnên me li ber çavan bigirin tune ye. Şano di civakê de wek hobî tê dîtin. Lê ev ne cîhanek wisa ye. Em dixwazin vê pêşdarazê bişkînin. Em naxwazin şano bibe tiştekî kêfî yan jî alternatîf.”   ‘Armanca me jiyankirina şanoya Kurd e’   Perînazê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku armanca wan ya esas ev e ku Şanoya Kurdî bidin jiyîn û bi zimanê xwe bilîzin û wiha pê de çû: “Ji bo jiyankirina şanoyê ziman tenê têr nake. Şanoya Kurdî cuda şanogeriya Kurdî ji hev cuda ne. Tu her tiştî Kurdî dilîzî ev nabe şanoya Kurd. Ziman girîng e faktora sereke ye lê divê dîrok bê avakirin. Şanoya Kurd bi sedsalane heye.”   ‘Di vê pêvajoyê de em bê alternatîf man’   Perînazê destnîşan kir ku di pêvajoya vîrusê de li her derê cîhanê dewletan ji bo saziyên çand û hunerê qanûnên nû ava kirine û got: “Tirkiye di vê pêvajoyê de bê alternatîf ma. Şanoger çûn malên xwe rûniştin. Li ciheki nexebitîn û qezencek wan tune bû. Bila ji bo şanoyên taybet alternatîf pêk bên. Em şanoya Kurd dikin ji ber vê ambargo li ser me pêk tê. 5 meh e me xebat nemeşand. Beriya pandemiyê jî Şanoya Bajar a Amedê, Tiyatro Jiyan, Tiyatro Yekta û Mencel bernameyek amade kirin. Xwest em li ser înternet û televîzyonan bernameya sikecên Kurdî biweşînin. Demek dirêj bû rojeva me de hebû. Em ê piştî cejnê dest pê bikin.”