‘Çand mirovan li ser nigan digire’ 2020-08-05 09:04:32   ŞIRNEX - Çanda dengbêjiyê di jiyana kurdan de xwedî cihekî girîng û dewlemend e. Fadîle Durmuş (65) jî ji bo xwedî li vê çandê derbikeve dengbêjiyê dike û wiha dibêje: “Tu kes xwedî li çanda dengbêjiyê dernakeve. Em naxwazin çanda me tune bibe. Tunebûna  çandê tunebûna kurdan e. Ji ber ku çand mirovan li ser nigan digire.”   Di nav kurdan de çanda dengbêjiyê xwedî cihekî girîng e. Dengbêj bi berhemên xwe hem bûyerên dîrokî vedibêjin û hem jî jiyana xwe vedibêjin. Dengbêjên ku ji zarokatiya xwe heta niha distrên, xwedî li çanda dengbêjiyê derdikevin. Dayika bi navê Fadîle Durmuş (65) a ku bi eslê xwe ji gundê Pîroza ya navçeya Elkê ya Şirnexê ye, di temenê zaroktiya xwe de bi zorê ji aliyê  malbatê ve hatiye zewicandin.   Fadîle ya ku di temenê zaroktiya xwe de dest bi dengbêjiyê kiriye, hîn xwedî çanda dengbêjiyê dertê. Fadîle, anî ziman ku dema ew zarok bûye dayika wê jî dengbêj bûye û ew dengbêjiyê ji dayka xwe elimiye û wiha got: “Dema ez zarok bûm dayika min û malbata min hemû kom dibûn û kilam digotin. Dema wan distirandin ez dengbêjiyê wisa dielimîm. Dayika min wan deman diçû dawetan, dema dixebitîn û bêrîvanî dikirin tim kilama digotin. Dema dibû şev kesên ku denbêjî dikirin û distirandin şevên me gelek xweş derbas dibû.”   ‘Niha tu kes xwedî li çanda dengbêjiyê dernakeve’   Fadîle, bi lêv kir ku dengbêjî çandeke kurda ye û ew jî xwedî çanda kurdewariyê dertên û wiha got: “Çanda dengbêjiyê me kurdan li ser nigan digire. Ji ber ku em kurd êş, elem, xweşî û şahiyê hemûyan bi dengbêjiyê vedibêjin. Min jî kilamên ku ji dayika xwe dibihîst dubare dikir. Niha tu kes xwedî li çanda dengbêjiyê dernakeve. Lê divê em çanda xwe biparêzin. Ez êdî wek berê zêde dengbêjiyê nakim. Carcarna dema bi jinan re em tên gel hev em kilaman dibêjin. Ez niha jî li zozanên Elkê koçeriyê dikim. Li vê derê ji ber ceyran nîne, em êvaran kom dibin û kesên zanin distirên.”   ‘Divê em dengbêjiyê fêrî ciwanên xwe jî bikin’   Fadîle, diyar kir ku rojên berê zor û zehmet bûye lê ew qas jî xweş bûye û dawî wiha li axaftina xwe anî: “Êdî kêfxweşî û şahiya berê nemaye. Tu kes êdî ne wek berê ne. Dem demên ne wek berê ne. Ciwanên niha qet nizanin dengbêjiyê bikin. Ji ber ku teknolojî pêş ketiye tu ciwan guh nade çanda dengbêjiyê. Ez bi taybetî kilamên herêmî distirêm. Bila hemû kes xwedî çanda dengbêjiyê derbikeve. Ji ber ku çand mirovan li ser nigan digire û hebûna me kurdan nîşan dide. Tunebûna çandê tunebûna kurdan e. Divê em dengbêjiyê fêrî ciwanên xwe jî bikin. Çanda dengbêjiyê ji dayik û bavê me ji me re mîrasek e. Em xwedî li vê mîrasê derbikevin.”